Diyarname
Hunergeha Welat ku li Rojava kar û barê hunerî dike bi klîbeke nû li pêşberî hezkiriyên xwe ye. Hunergeha Welat ji stranên gel ên erebî klîbek çêkir û li ser hesaba xwe ya youtube belav kiriye.
Strana hatiye amadekirin ji stranên gelêrî yên ereb hatiye çêkirin û navê "Ji Firatê" lê kirine. Ji bo vê klîb kişandine. Klîb li qeraxa Çemê Firatê, li ser Keleha Caber hatiye kişandin.
Di klîbê de ligel reqsa hunermenda, xweşikiya herêmê û Keleha Caberê jî derketiye pêş. Stran ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye amadekirin û derhêneriya klîbê jî Şêro Hindê kiriye.
Em vê klîbê wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û belav dikin.
Kerem bikin...