Strasburg
Partiya Civaka Demokratîk (DTP) li ser girtina partiyê ya ji aliyê Dadgeha Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê re serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.
Li gor nûçeya Huseyin Elmali ya di ANF'ê de Serokê Komîsyona Karên Hiqûqî ya BDP'ê hiqûqnas Hasip Kaplan bi daxwaznameyeke i 78 rûpelan pêk hatî serî li DMME'yê da.
Di daxwaznameyê de nerazîba girtina DTP'ê hatiye kirin ku ev yek bi sê şiklê serîlêdanê hatiye amadekirin û pêşkêşkirin. Her wiha di dosyayê de li ser qedexeya siyasî ya hevserokê DTP'ê Ahmet Turk û mebûsa DTP'ê Aysul Tugluk jî heye.
Wekî not: Dadgeha Zagona Bingehîn a Tirkiyeyê di 11'ê berfanbara 2009'an de biryara girtina DTP'ê û ji bo 5 salan qedexeya siyasetê ya li Ahmet Turk û Aysel Tugluk anî bû.