Diyarname
Îşev ji bo bi awayekî fermî îlankirina "2010 Paytexa Çandê ya Ewropayê" ya ji bo Stenbolê li 7 cihên Stenbolê çalakî hatin li dar xistin.
Bi beşdariya Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr Receb Tayyip Erdogan û gelek giregirên din li Navenda Kongre ya Halîçê merasima destpêkirinê li dar ket. Gul û Erdogan pêl li pişkovê kirin û fîşekên asîmanî bera hewayê dan û şahî dest pê kir. Ji bilî şahiya ronahiyê ya li Halîçê li cihên din ên Stenbolê jî konser li dar ketin.
Ji bo çalakiyên Stenbol, 2010 Paytexta Çandê ya Ewropayê li Taksim, Kadikoy, Pendik, Beylikduzu, Haliç, Bagcılar û Sultanahmetê çalakiyên çandî li dar ketin.
Çalakiya herî mezin li Taksîmê bû, ji ber ku hunermendê navdar Tarkan li wir bû. Çalakiya li Taksîmê bi lîstika bi agar a "Şanoya Agir" dest pê kir û dûre Tarkan derket ser dikê. Digel sermaya giran, baranê jî bi hezaran kesî qada Taksîmê tije kir û li ber stranên Tarkan rabûn reqsê.
Li Kadikoyê "Şanoya Balon"ê evîna xwe ya ji bo Hîvê nîşan da û dûre Mor û Otesî konser da.
Li Sultanahmedê Merdan Dede, li Pendîkê Kiraç, li Beylikduku Nil Karaibrahimgil û li Bagcilarê jî Zara konsera xwe pêşkêş kir.
Ji
bo çalakiyên 2010 Paytexa Çandê ya Ewropayê bi temamî 8 mîlyon û nîv pere hatin xerckirin.
Ji îro pêde salekê li Stenbolê dê çalakiyên çandî yên ji bo 2010 Paytexa Çandê ya Ewropayê bêne li dar xistin.
Her wiha panel, pêşangeh û çalakiyên cur bi cur li dar bikevin.



