Nivîs û foto: Cemil Oguz
Hinek kes hene çiqas pirtûkan binivîsin bila binivîsin jî bi yekê têne nasîn û wisa her têne bibîranîn ku Ahmet Aras jî yek ji wan e.
Ahmet Aras lêkolîner û nivîskarekî kurd e ku vê mehê em wî dikin mêvanê Porteya Mehê ya Diyarnameyê.
Aras di sala 1944'an de li gundê Mele Osman a Qereyaziya Erzeromê tê dinê, di sala 1970'yê de Fakulteya Aboriyê diqedîne. Ew hê di ciwaniya xwe de bala xwe dide ser wêje û dengbêjiyê. Ew ji klaman hez dike, lê dema navê Evdalê Zeynikê dibihîze dikeve dû şopa Evdal. Ji wir wêdetir mirov dikare bibêje çîroka Ahmet Aras jî dest pê dike. Gelek kes hene bi pirtûkek tenê têne nasîn; di jiyana xwe de tenê pirtûkek nivîsandine û bi wê navdar bûne. Li dinyayê John Milton (Paradise Lost / Bihuşta Winda) wisa ye, bi vê pirtûka xwe di nav wêjeya îngilîz de cih girtiye. Harper Lee bi "Kuştina Bilbil" (xelata Pulitzer a Wêjeyê digire) û bi vê li nav qada wêjeyê de dimîne (berî mirinê pirtûkek din li vê zêde dike û hew)... Li Tirkiyeyê her çiqas kurd be jî bi tirkî nivîsandiye Ahmed Arif "Hasretinden Prangalar Eskittim" û hew. Ahmet Aras jî yek ji nivîskarên bi vî rengî ye. Wî pirtûka "Evdalê Zeynikê" nivîsî, her çiqas dûre hin pirtûkên din jî nivîsîn lê Aras bi vê pirtûkê tê nasîn û hê jî dema qala Evdalê Zeynikê tê kirin ev pirtûk, dema qala Ahmet Aras tê kirin Evdalê Zeynikê tê bîra mirovan.
Çîroka pirtûka 'Evdalê Zeynikê'
Çîroka pirtûka li ser Evdalê Zeynikê diçe heta sala 1961'ê, yanê hê 17 saliya Ahmet Aras. Wê çaxê dema Evla Begê Silêman Begê (ku ji gundê Intabê Bado ye) qala Evdalê Zeynikê dike, bala Aras dikişîne û diçe pêre xeber dide. Ev yek dibe xîma avêtina lêkolîna li ser Evdalê Zeynikê û ev pirtûka li ser Evdal. Paşê di sala 66'an Aras careke din diçe pêre xeber dide û her wiha bi kesên din re jî... Aras wisa qala wê demê wisa dike: "Wê çaxê wekî niha rehetî tune bû. Kesî nediwêrî bi kurdî tiştek bike. Ez gund bi gund digerim tiştek li ser Evdal peyda bikim. Ez çûm gund, min got ez dixwazim li ser Evdal lêkolînê bikim û bi kurdî çîroka Evdal binivîsim, gundiyan got, 'Wa! Ma bi kurdî jî tê nivîsin? De here karê xwe!' Roja din bi neviyê biçûk ê Evdal re em çûn ser gora wî. Çi gor e, hema wisa cihek. Me girt cihê wî diyar kir, kevir danîn dor gorê."
Bi derbeyê re derketina derveyî Tirkiyeyê
Di salên wisa dijwar de Aras lêkolînê dike lê weşandina wê zehmet e. Lê di wan salan de di rojnameya "Dîcle-Firat"ê de (1962-1963) nivîsên wî hatin weşandin. Dema derbeya 12'yê adara 1971'ê tê gelek kesî dide ber xwe digire bin çavan, lê Aras ji ber vê derbeyê diçe Swêdê, li wir bi cih dibe. Hetasala 1978'ê li wir dimîne, li wir mamostetî jî dike. Dûre dema vedigere Tirkiyeyê berî derbeya 1980' demekê di nav DÎSK'ê (Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger) de kar kiriye, di sala 1979'an de li Îzmîrê bi cih bûye û mala wî hê li Îzmîrê ye.
Di derbeya 1980'ê de tê girtin. Nivîsên wî di kovarên wekî 'Ant', 'Emek', 'Yuruyuş', 'Azadî', 'Ronahî' û gelekên din de têne weşandin.
Pirtûkên salên 90'î
Piştî salên 90'î dema li Tirkiyeyê rê li ber weşandina pirtûkên bi kurdî vedibe Ahmet Aras jî ji vê sûde digire. Pêşî "Destana Ker û Kulîlka" (1993) û "Siyabend û Xecê" (1993) ew çap dike ku "Ker û Kulîlk" didi sala 95'an de li Swêdê bi almanî jî tê weşandin.
"Şairê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê" ku hê jî çapên nû dike sala 96'an de tê çapkirin. Piştî van demek dirêj ew tiştek raweşîne, heta sala 2009'an. Di vê salê de dîsa yek ji lêkolînên wî "Serhildana Seyîdan û Berazan" (2009) tê weşandin.
Pirtûka wî "Şairê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê" ji bo tirkî jî tê wergerandin (Werger Fehim Işik, Weşanên Evrensel) û çapkirin.
Heta niha hin panel û sempozyûmên li ser Evdalê Zeynikê hatin çêkirin û di hemûyan de jî ji pirtûka Ahmet Aras sûde hat girtin. Pirtûk herî dawî ji Weşanên Nûbiharê (2014) hat weşandin. Em ji bo keda wî sipasiya wî dikin, jêre temenekî dirêj dixwazin û bi cih dayîna di nav Porteya Mehê de sipasiya wî dikin.