Diyarname
Em 2009'ê li dû xwe dihêlin. Wekî her sal îsal jî gelek gotinên ecêb hatin kirin.
Rojnameya îngilîz The Sun di sala 2009'an de gotinên herî xêt ên navdaran hilbjart. Vane hin ji wan:
-Megan Foks: "Diyar e ku ez xweşik im"
-Cameron Diaz: "Sorf kirin wekî mirov di têkiliyeke bi Xwedê re de be."
-Sarah Jessica Parker: "Ez gelek ji bêhna laçikê pitikan hez dikim. Her wiha dema şil bin ez zêdetir hez dikim. Wekî xwarina di firinê de hatiye çêkirin bêhn didin."
- Paris Hilton: Ji Serokwezîrê Îngilistanê Gordon Brown navê wî dipirse, "Gordon.. Gordon ramsey bû ne wisa? (Gordon Ramsey aşpêjekî ye).
Hilton, gotineke wisa jî dike: "Susan Boyle ger kincên xweşiktir li xwe bike dê seksîtir bibe."
-Sienna Miller: "Ez gelek ji kişandina cixareyê hez dikim. Û ez bawer dikim ku ger hûn pozîtîf nêzî cixareyê bibin hûnê zêdetir zerarê nebînin."
- Thierry Hanry: Li hemberî Îrlandayê bi dest gola Fransayê avêt (Fransa bi vê golê karî beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2010'an bibe) û got: "Min bi dest avêt. Ez li xwe bikur têm, lê ez ne hakêm im."
- Britney Spears: Di konsera xwe ya li bajarê Manchesterê de bang li temaşevanan dike: "Tu çawa yî London?"
- Tom Cruise: Li ser fîlmê Valkyrie (fîlm li ser sûîkasta li hemberî Hîtler e) diaxive: "Min her dixwest ez Hîtlerî bikujim. Ez wekî zarokek ku dîrokê dixwînim, li belgefîlman temaşe dikim, ez her meraq dikim ku çima kesek ranabe û tevgerên wî nade rawestandin."
- Kate Mos: "Tu tiştekî bi qasî lawaziyê ne bi tehm e."
- Edward Whitacre Jr: Dema ji bo serokatiya giştî ya General Motors (çêkirina otomobîlîn Amerîkayê) tê peywirdar kirin wisa dibêje: "Der barê erebeyan de ez tu tiştî nizanim, lê kar kar e û bi ya min ezê vî karî jî hîn bibim."