Amed
Konferansa Sinemaya Kurd a Navneteweyî îro li Amedê des pê dike. Konferans dê heta 13'yê mehê bi çalakiyên cur bi cur li dar be. Konferans bi diruşma "Sînemaya kurdan an sînemaya ku kurd çêdikin?" li dar dikeve.
Konferasa Sinemaya Kurd a Navneteweyî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Navenda Çandê ya Amedê ve tê amadekirin û Baylozxaneya Swêdê piştgirî dide îro li dar dikeve.
Konferans li Sînemaya Ewropayê bi nîşandayîna fîlmê Behmen Qubadî "Nîvê Heyvê" dest pê dike û dûre jî dê konferans bi resepsiyonek dest pê bike.
Akademîsyen û sînemager dê beşdarî konferansê bibin.
Konferas dê bi du beşên metodolojîk û tematîk sînemaya kurd bê nîqaşkirin. Bi vê armancê di bin navê "6 Erdnîgarî, 6 Fîlm" de dê fîlîmên "Nîvê Heyvê" (Derhêner Bahman Qubadî), "Min Dît" (Derhêner Mîraz Bêzar), "Herman" (Derhêner Husen Hesên Elî), "Azadiya Biçûk" (Derhêner Yuksel Yavuz), "Davîd û Leyla" (Derhêner Jalal Jonroy), "Sifir Kîlometre" (Derhêner Hîner Saleem) dê bêne nîşandayîn û pişt re li ser fîlman bi beşdariya derhêner û rexnegiran dê nîqaş bê kirin.
Panela konferansê ya yêkemîn dê di 12'ê mehê li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi tevlêbûna Hîner Saleem, Hîşam Zaman, Mîraz Bêzar, Husen Hesên Elî li dar bikeve. Pêşkêşvaniya semînera ku dê saet 13.00'an de dest pê bike, dê Mustafa Gundogdu bike.
Konferansa duyemîn jî 13'ê mehê dîsa heman saetê de bi sernavê "Bi cihkirina Sinemaya Kurd" li dar bikeve û dê Jalal Jonroy, Tîm Kennedy, Yuksel Yavuz, Hamîd Dabaşî, Ayça Çîftçî wekî axifger beşdar bibin. Rêveberina vê semînerê jî dê ji aliyê Devrîm Kiliç ve bê kirin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.