Yaşar Eroglu
Çend sal berê, dema destûra kursên ziman hate dayîn, di destpêkê de gelek tengasî hatine kişandin. Wekî problematîk kêmbûna mamosteyên kurdî yên têr û tije û tunebûna pirtûkên ji bo bernameyên kursê derdikete pêş. Ez bi xwe şahid im, kingê ku Kurdiya Nûjên a Çeto Ozel û Kurdiya Hêsa ya komîsyoneke hevpar pêk anîbû derdiket çi pirsgirêk qewimîn.
Asta îro em tê de ne konaxeke pir baş e, kêfxweşiyeke mezin e. Îro di qada perwerdeya kurdî de materyal û çavkanîne pir hêja hatine hilberîn û pêşkêşî perwerdeya kurdî hatine kirin. Ev jî dest dide ku qet nebe bo destpêkê hînbûn û hînkirina kurdî bi bername û materyal pêk bê. Yên ku bi vê pirsgirêkê re serê xwe êşandibin baş dizanin ku ji bo hînbûn û hînkirina zimanekî peydakirina bername û materyal mijarên herî sereke ne. Gelek neteweyan ev merheleya destpêkê ancax bi salên dûvedirêj karibûne paş xwe bihêlin. Ji bo kurdî, ev dema peydakirina materyalan divê wekî şansekî bê dîtin ku bi rastî ne gelek demeke dûvedirêj e. Divê em kurd, ji bo keda wan çêkerên materyalan spasdar bin. Ji bo vê jî mînak sê ast pirtûkên Hînkerê ne ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê pêşengî kiriye û weşandiye. Niha pir deveran pê kurdî tê hînkirin û sûd jê tê wergirtin. Yên jê sûd werdigire yek jî ez im ku pê wan materyalan dersên kurdî didim derdorê ku ji min xwestine ez wan hîn bikim. Ev asta materyalan kêm e lê ne asteng e ku em jê dilxweş bibin.
Her destpêk xeşîmiyekê jî di nav xwe de dihewîne. Materyalên hînkirina kurdî jî kêfxweşiyekê didin lê kêmasiyên wan hene. Mebesta min bi vê nîvîsarê ev e ku bala we bikişînime çend kêmasiyên Hînkerê.
Ya ez serê pêşîn dixazim li ser bisekinim bi tevî cînavkên kesane yên xwerû bikaranîna lêkera bûnê ye. Amadekarên Hînker- Asta Yekemîn (Ronayî Onen û Samî Tan) wekî di cih de û rast cînavkên kurmancî bi du beşan rapêşî xwendekaran kirine. Dema teşeyê cînavkên kesane yên xwerû rapêş kirine, kişandina yan jî bikaranîna lêkera bûn wekî qertafên cînavkê nîşandane. Ya rast rapêşkirina bi vî awayî li gorî rêzimana kurmancî ne rast e, ne li gorî şêweyê lînguîstîkî ye jî. Ez serê pêşîn teşeyê pêşkêşkirina wan bidim, paşê jî rave bikim.
“ Ez ..... im/ me
Tu ..... î/ yî
Ew ..... e/ ye
Em ..... in/ ne
Hûn .... in/ ne
Ew ..... in/ ne”
Yek ji amadekarên vê pirtûkê Samî Tan e. Samî Tan çend sal berê ew têgehên ku îro wekî qertaf bi nav dikin re digot, cînavka pêvebistî. Wê demê min bi nivîsekê ev navlêkirin rexne kir. Nizanim bi vê rexneya min an na lê ev navlêkirina xwe terikand. Îro ji beşdariya wî vê pirtûkê jî em dibînin ku êdî dev ji vê navkirina xwe berdaye. Baş e û merheleyeke girîng e. Lê kifşe ku Samî Tan jî tê de serê amadekarên pirtûkê hê jî tev li hev e, naxwazin şaşiya der barê lêkera bûnê de dikin biterîkînin. Cînavka pêvebistî îro bûye qertafa cînavka kesane ya xwerû. Ji şaşiyekê tê vegerandin lê yeke din tê kirin. Im/ me - î/ yî- e/ ye - in/ ne ne qertaf in. Ger mirov bi nav bike divê mirov ji rêzimanê ne haydar be. Di kurmancî de teşeyê qertafan diyar e. Qertaf bi peyvê re girêdayî tên nivîsandin. Wekî mînak: Xwelîdank, mêrik, kilameke û hwd. Jixwe heke bi serê xwe bên nivîsandin hingê ne qertaf in. Bi bîr bînin, di kurmancî de ( li gorî C. Bedirxan tê zanîn rêzimanê kurmancî wî çêkiriye, em jî qebûl dikin) her peyv- bêje bi serê xwe tê nivîsandin, mîna ku di tirkî de heye wekî qertaf nayê nivîsandin. Ango di nav xwe de nanokî û şaşiyeke rêzimanî heye.
Wê demê rastî çi ye?
Rastî ev e; ev a ku tê nîşandan ne qertaf e, lêker e. Lêkera bûn e. Tê zanîn di kurmancî de lêkerên bûnê hene. Yek lebat e, ya din tebat e. A lebat bi liv û çalak e. Wekî her lêkerên çalak. Wekî mînak; Tu bûyî bela serê min. Ez dibim berdevkê saziyê. Di vir de liv û çalakiyek pêk tê. Ya tebat jî rewşekê diyar dike. Rewş bi xwe tebat e. Dema wê tebatiyê derpêş dike xwe jî li gorî wê rewşê dirûv digire. Wekî mînak; Ez xwendekar im, mamoste me. Tu ... î/ yî, ew ... e/ ye, em.... in/ ne. Lêkera bûn bi vî awayî hatiye kişandin. Di zimanên malbata îndo-ewropa de lêkerên bûn wiha diguherin. Heta di tirkî de jî wiha ye. To be (bi îngilîzî) sein ( bi almanî) bi heman şêweyî tên kişandin. Wekî mînak; I am ..., you are ..., he/ she is ...., we are ..., you are ..., they are ... bi almanî jî cuda nîn e. Ich bin ...., du bist ..., er/sie/ es ist ..., wir sind ...., ihr seid ..., Sie/ sie sind .... lêker ji koka xwe ya berê derdikeve teşeyekî din digire, ji ber vê jî ji teşeyê xwe xapînokek derdikeve pêş. We tire ev ne lêker e, qertaf e. Di tirkî de jî guherîn pêk tê. Wekî mînak; Ben öğretmenim, sen öğretmensin, o öğretmendir. Lêkera olmak winda dibe wekî im, sin, dir dirûv digire.
Ev rewşa xapînok ji bo xwendekar an jî nivîskarekî bi rastî xapînok e. Lê ji bo zimanzanekî ne xapînok e, divê haya zimanzan jê hebe li gorî rêziman nêzik bibe. Min çend sal berî jî li ser vê mijarê eger şaş nebim di malpera amidakurd de nivîsarek nivîsîbû, ev rewş diyar dikiribû.
Divê forma ku di Hînkerê de hatiye derpêşkirin wiha bê sererastkirin: Bikaranîna lêkera bûn. Wêga jî bi cînavkên xwerû mînak bên nîşandan û bê kişandin.
Bi kurtasî ev şaşiyeke madî ye. Divê bê sererastkirin. Dema min dersa kurdî da, ez girêdayî pirtûkê mam. Min li hember kursiyeran rexne kir lê min mîna ku pirtûkê nîşandabû ders da, ji ber ku sergêjiyekê di serê xwendekaran de pêk neynim. Rexneya esas, min ji bo vê nivîsarê hişt.
Kî û kê?
Li gorî metodolojiya pirtûkê ‘kî û kê’ jî cih girtine. Mijara ‘kî’ weke cînavka pirsiyarî ya xwerû hatiye binavkirin. Lê belê mijara ‘kê’ tenê di pirtûkê de hatiye dîtin û bikaranîna wê hatiye nîşandan, ango nehatiye binavkirin. Tiştên ji bo ‘kî’ hatine gotin rast in. Yanî ‘kî’ cînavkeke pirsiyrî ya xwerû ye. Em vê yekê bi mînakan nîşandin û xurtir bikin. Hevokeke wiha mebesta me zelal dike;
‘Kî çûye malê?’ Bersiva bê dayîn mifteya eşkerakirina cureyê cînavkê ye. Em bi awayê cînavka kesane ya xwerû dikarin bersiva pirsê bidin:
Ez, tu, ew, em çûme, çûyî, çûye, çûne malê. Em nikarin bêjin, min, te çûme, çûye malê. Ji bersiva vê pirsê ve jî zelal e ku ‘kî’ cînavkeke pirsiyarî ya xwerû ye.
Em vegerin ser mijara ‘kê’. Di pirtûkê de binavkirina mijara ‘kê’ nîn e. Ev kêmasiyeke pirtûkê ye û ji vî aliyî ve qels maye. Gelo li ser vê mijarê nefikirîne yan bala wan nekişandiye hewce nedîtine li ser bisekinin? Bi min di mijara ‘kê’ de hebûna rêbazeke rêzimanî nedîtine. Ger bidîtana wê destnîşan bikirana.
Meriv bala xwe baş dide ser vê mijarê dibîne ku ‘kê’ jî cînavkek e: Cînavka pirsiyarî ya tewangî. Kê pirsan li lêkerên gerguhêz dike. Bersivên wê jî bi lêkerên gerguhêz pêk tên. Ango lêker li gorî birêseran teşe digirin. Wekî mînak:
‘Kê çîrok digot?’ Em nikarin bêjin, Ez, tu, ew, em, hûn, ew çîrok digot. Ferz e ku em bêjin, min, te, wî, wê, me, we, wan çîrok digot. Ew cînavk jî cînavkên kesane yên tewangî ne. Kê jî pirsa cînavka tewandî ye.
Wêga em dikarin zelal bikin: Wek cînavkên kesane, cînavkên pirsiyarî jî dudu ne; cînavka pirsiyarî ya xwerû û cînavka pirsiyarî ya tewangî; ango kî û kê?
Tewang
Mijara tewangê di Hînkera Asta Yekemîn de sergêjiyekê dihewîne. Di vê mijarê de ji bo tewanga mêtiyê problem nîn e. Lê tewanga nêrtiyê li gorî herêma Colemêrg û Botanê bi yek alternatîf hatiye dayîn. Wekî Ehmedî, çiyayî û hwd. Lê em dizanin du cureyên tewangê hene. Ew cure jî pir herêmên berfireh de tê bikaranîn. Wekî mînak: Bajêr, welêt, ango di nav peyvê de tewandina bi ê. Ew nîşan nedane. Celat Bedirxan her du cure jî nîşandane û her du jî tê ne. Em bêjin ku amadekaran teşeyê Botan û Colemêrgê tercih kirine. Rast ne rast lê tercîh e. Bala xwe bidinê ku teşeyê Colemêrgê tenê bo mînakên nasandina tewangê hatine bikaranîn. Lê di pirtûkê de bikaranîna zimên seranser bi tewanga duyemîn ango ê ya di nav peyvê de hatiye bikaranîn û bûye tewanga serwer. Meriv vê yekê dinêre, dibêje qey ji forma Colemêrgê ne kêfxweş in, bi darê zorê wan dane qebûlkirin. Ev jî nakokiyeke din e ku nikare bê ravekirin. Heke mamosteyê ders dide vê yekê baş nizanibe, nikare serê xwendekar zelal bike. xwendekar wê bi vê nakokiyê bimîne û nizanibe ku ka ev rewş çi ye, ji bo çi ye?
Di Hînker Asta Duyemîn de dema boriya dûdar
Di Hînkera Asta Duyemîn de bi piranî rewş û kişandina deman hatiye ravekirin. Mîna şaşiyên li jor me nîşandan, her wiha di forma dema boriya dûdar de jî şaşiyek qewimiye. Amadekarên pirtûkê dema boriya dûdar wiha kişandine:
Ez çûme/ tu çûye(ye) / ew çûye
Em çûne/ hûn çûne/ ew çûne
Wisa tê xuya ku ev form di pirtûkê bi awayekî yekgirtî (standart) hatiye bikaranîn ku di pirtûka Asta Seyêmîn de bi lêkera hatin ve bi heman teşeyî cih girtiye.
Şaşiya vê formê çi ye?
Şaşî di vir de ye; kesên yekhejmar ên yekemîn, seyemîn û tev pirjimar rast hatine kişandin lê pirsgirêk di kişandina kesê duyemîn de heye. Divê rastiya kişandina kesê duyemîn wiha bûya: Tu çûyî(yî) lê di pirtûkê de wekî; tu çûyî(y)e- tu çûye/ neçûye (çûyiye-neçûyiye) hatiye kişandin. Ev teşe heman teşeyê kesê seyemîn e. Awayê ku kesê duyemîn wekî kesê sêyemîn dikişîne di serî de hin deverên Mêrdînê û hin derdorên welêt ên din in. Ev formeke xirabûyî ye û rewşeke herêmî lê hatiye spartin.
Ji ber çi ‘çûyî’?
Rastî û esasiya vê formê divê tu çûyîyî be. Lê em dizanin ku rûyê zimanê devkî her tim ber bi sivikkirinê ye. Mîna ku di dewsa kujtin de - kuştin, barjtin- braştin, kevtin- ketin tê bikaranîn. Çûyîyî ji zimên re giran tê, çûyîyî wek çûyî tê bikaranîn. Em zelal bikin. Li gorî rêza pirtûkê divê wiha bê bikaranîn: Tu çûyî/ neçûyî (çûyîyî- neçûyîyî) Her çend di dema boriya têdeyî de ji bo heman kesî heman awa tê bikaranîn jî ziman ew rewş ecibandiye. Ne mecbûr e ku awayê kesê duyemîn û sêyemîn bi heman formê bi kar bîne. Divê rêzimana kurdî vê şaşiyê sererast bike lê kifş dibe mêyla kesên vê îdiayê pêş dixin nîn e û rûyê wan ber bi awayê şaş e.
Ji bo îdiaya xwe ez tiştekî din jî lê zêde bikim. Ji bo tev deman gelemperî di lêkerên negerguhêz de kişandina lêkeran, îstisna ne tê de her tim li gorî kesan wiha diqede:
İm/ me, î/yî, e/ ye, in, ne. Ji ber piraniya lêkeran, bi tîpên dengdar kêm tê bikaranîn. Mînak;
Ez diçim, tu diçî, ew diçe, em diçin- ez ê biçim, tu yê biçî, ew ê biçe, em ê biçin. Di vir de kişandina forma im/ me, î/yî, e/ ye, in, ne carinan diguhire tenê m, î, e,n dimîne. Lê ya naguhere ev e ku her tim m, î, e,n hebûna xwe diparêze. Tu car nayê dîtin ku e, dewsa î yê bigire, ango tu çûyî bibe tu çûye.
Ji vê rewşê kifş e ku qet bala amadekaran nekişandiye. Heke baş li vê rewşê binêriyana jixwe wê tê bigihiştana ku ev form ne rast e.
Di dema borî û boriya dûdar de kişandina gerguhêzan
Divê heman pirtkê de em ser şaşiyên din jî rawestin. Tê zanîn ku cînavk û kişandina dema borî, li gorî lêkerên gerguhêz û negerguhêz diguhere. Ji bo lêkerên negerguhêz cînavkên xwerû tên bikaranîn û birêser li ser pêveberê(lêkera kişandî) bandor nake. Ji bo lêkerên gerguhêz cinavkên tewangî tên bikaranîn û birêser li ser pêveberê bandor dike.
Dema amadekar di pirtûkê de li gorî lêkera gerguhêz xwarinê dikişînin dîsa dikevine şaşiyeke din. Di pirtûkê de lêkera xwarin wiha hatiye kişandin:
Min sêv xwar / nexwar (yekjimar)
Te sêv xwar/ nexwar (yekjimar)
Wî/wê sêv xwar/ nexwar (yekjimar)
Me sêv xwarin/ nexwarin (pirjimar)
We sêv xwarin/ nexwarin (pirjimar)
Wan sêv xwarin/ nexwarin (pirjimar)
Ya ez dixwazim li ser bisekinim cihên xêzkirî ne. Di dema borî de li gorî lêkerên negerguhêz ji bo her kirdeyekî yekjimar kişandinek, ji bo pirjimaran jî kişandinek pêk tê. Ango kirde çar caran lêkerê dike bin bandora xwe. Her wiha ji bo lêkera gerguhêz jî birêser tenê bi du awayan lêkerê dike bin bandora xwe. Lê ev rewş li gorî yekbûn û pirbûna birêserê diguhere. Di destavêtina amadekaran a di pirtûkê de li gorî birêserê nehatiye pê. Ango bi awayekî şaş hatiye bikaranîn. Hejmara birêserê neguheriyê lê pêveber guheriye. Divê rastî eynî mîna yên yekjimar pêk bihata. Ango;
Me, we, wan sêv xwar/ nexwar.
Heman şaşî di dema boriya dûdar jî pêk hatiye. Lêkera xwendin, dîtin bi heman şaşiyê hatiye kişandin. Dîsa di dema boriya berdest de lêkera gotin her wiha şaş hatiye kişandin.
Ez bawer im ku ev ne şaşiyeke bi zanayî ye, texmîna min ji bala wan dûr ketiye. Ji ber ku amadekarên pirtûkê rêzimana vê mijarê baş dizanin. Tiştê bê kirin ev e, divê ev şaşiyana di çapa bê de bên sererastkirin.
Mijarên şaş ên min di pirtûka Hîhker a 1-2 a Ronayî Onen û Samî Tan de dîtine ev in.