Diyarname
Kompaniya Lêkolînê SONAR li 26 bajaran anket çêkir û encamên wê weşand. Li gor SONAR'ê ji berendamên Serokomarî Recep Tayyip Erdogan sedî 42 dengan digire. Berendamê CHP'ê Muharrem ÎNce sedî 21,91, Seroka Îyî Partî Meral Akşener sedî 21 dengan digire. Dûre Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş tê ku rengên wê 11,01 in. Serokê SP'ê Temel Karamollaoglu bi 2,10 û berendamê dawî Dogu Perinçek sedî 1,98 dengan digire.
Anket li bajarên wekî Stenbol, Tekirdag, Balikesir, Îzmîr, Aydin, Manisa, Bursa, Kocaeli, Ehqere, Konya, Antalya, Samsun, Trabzon, Adana, Kirikkale, Kayseri, Zonguldak, Kastamonu, Erzerom, Agirî, Meletî, Wan, Entab, Riha, Mêrdîn û Hatay hatiye çêkirin.
SONAR'ê di hilbijartina 2014'an de gotibû dê Erdogan bi sedî 53,3 bi ser bikeve, Erdogan bi sedî 52'yan bi ser ketibû.