Rûşen Çakir
Wateya vê fotoyê gelek mezin e. Pêşî kîte: Ev foto li Çiyayê Şengalê ku êzîdiyên ji êrîşa DAIŞ'ê reviyane xwe sipartine wir hatiye kişandin. Wekî tê zanîn DAIŞ'ê ku li Misûlê ji Artêşa Iraqê çekên giran bi dest xistin berê xwe dan Şengalê ku Pêşmergeyan berxwedan nekir, wan ew der bi hêsanî bi dest xist, sivîlên ji zilma wan reviyan jî xwe sipartin Çiyayê Şengalê.
Êzîdiyên ku demekê êş kişandin YPG'ya (Hêza leşkerî ya PYD'ê ku li ser fikra Abdullah Ocalan e) ku li Sûriyê, li Rojava li hemberî Eniya Nusra û DAŞI'ê şer dikir hat hawara wan. Paşê endamên HPG'ê ya baskê leşkerî ya PKK/KCK'ê hat. Di vê pêvajoyê de balafirên Amerîkayê bombe bi ser hin hedefên DAIŞ'ê yên li derdora Şengalê de barandin. Dûre li dor 100 leşkerên girêdayî hêza taybet a Amerîkayê ligel endamên USAID ku hêza alîkariyê ya navneteweyî ya dewleta Amerîkayê ye gihîştin Çiyayê Şengalê. Pêşmergeyan jî ligel Amerîkayiyan rêwîtî kir.
Di dema ku Şengaliyan ji ber dereng hatine Pêşmerge û Amerîkayî şermezar dikir ev foto hat kişandin. Li gor rojnamegeran kesê bi şewqe yê li navê rayedarê USAID'ê ye, wergera di navbera wî û gel de gerîlayekî YPG'ê dike, kesê çekdar yê pişta wî li me jî endamekî HPG'ê ye.
Firsendên ku DAIŞ'ê pêşkêş kirin
Dema DAIŞ'ê Misûl dagir kiribû Qendîlê cih de daxuyanî dabû, min jî nivîseke bi sernavê, "PKK çima dixwaze li hemberî DAIŞ'ê şer bike?" nivîsî bû û di xala yekemîn de min wisa nivîsî bû: "Bi taybetî ji bo li Rojava prestîjê meşrûtiyetê zeft bike, hinekî jî ptestîjê bi dest bixe dixwaze li hemberî El Qaîdeya ku yekemîn neyarê Rojavaye şer bike".
Ji ber vê yekê gelek rexneyên wekî "Tekane armanca PKK'ê heye; Kurdistanê li hemberî dagirkeran biparêze" ji bo min hatibûn.
PKK'ya ku ne tenê li Tirkiye, li Iraq, Sûriye û Îranê xwedî piştgiriya girseyeke xurt e, dema li hemberî DAIŞ û hêzên wisa şer dike meseleya parastina axa kurdan nîşan dide. Di dawiyê de em ji hevpeyvîna BBC ya ku Guney Yildiz bi fermandarê HPG'ê Têkoşer Zaxros re kiriye (Serleşkerê PKK'ê qala şerê li hemberî DAIŞ'ê kir - Guney Yildiz) fêm kirin ku PKK ji zimanê DAIŞ'ê fêm dike û li hemberî wê gelek bi ser ketiye jî.
Ligel vê yekê diyar e ku PKK bi stratejiyeke aqilane teror û wehşeta ku DAIŞ li herêmê dike ji bo xwe vediguherîne firsendek. DAIŞ'ê ku li Misûlê artêşa Iraqê, li Şengal û Mexmûrê Pêşmerge bi rehetî têk birin, nikare bi YPG û HPG'ya ku gelek şervanên jin jî di nav van de hene ku ev helwdana YPG-HPG'ê bala raya giştî ya dinyayê dikişîne. Li ser vê, tam di vê 30'emîn salvegera êrîşên li Dihê û Şemzînanê de PKK ji aliyê Rojava ve wekî berê wekî "terorîst" nayê dîtin. Li DYA'yê bangên PKK'ê ji lîsteya terorê derxin ku gur bûne bi bûyerên ku di van demên dawî li Iraqê pêk tên ve jî eleqedar in.
Pêşeroja pêvajoya çareseriyê
Li qada navneteweyî guherîna nêrîna li PKK'ê bi domkirina pêvajoya çareseriyê û rawestina şer ya li Tirkiyeyê re jî eleqedar e. Bi gotineke din ger PKK'ê hê jî li Tirkiyeyê şer bikira ne dikarî ew qasî bala xwe bide ser pêşketinên li Sûriyê û Iraqê, ne jî dê ji aliyê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û dewletên Rojava ve wekî aktorekî meşrû bihata dîtin. Ji ber vê em bi rehetî dikarin vê bibêjin: Pêvajoya çareseriyê kiriye ku PKK zêdetir li herêmê bibe çalak. Ji ber vê yekê tevgera siyasî ya kurdan ger dixwaze rewşa xwe ya "Hêza herêmî" baştir bide nasîn û xurt bike divê zêdetir xwe bi pêvajoya çareseriyê ve girê bide. Lewma bi hin şertên Abdullah Ocalanî diyar kirine bi temamî vekişîna hêzên çekdar ên ji Tirkiyeyê dibe ku van rojan bikeve rojevê. Dê baş jî bibe.
16.08.2014, VATAN
Wergera ji tirkî: Cemil Oguz


