CULEMÊRG
Şaredariya Geverê, ji bo Cejana Qurbanê panqartên pîrozbahiya yên bi kurdî ku li ser "Cejna we ya Qurbanê Pîroz be" nivîsandibû daliqand. Lê leşkeran bi hinceta "Çûn û hatinê asteng dike" paknat daxistin. Şaredara Geverê Rûken Yetîşkin diyar kir ku ev yek bêtehemuliya li dijî kurdî ye û pankartên wan daliqandin pir bilind bûn.
Şaredariya Geverê, ji bo Cejana Qurbanê pîroz bike li rêya ketin û derketina navçeyê bi kurdî pankarta "Cejna we ya Qurbanê Pîroz be" daliqand. Lê pankarta hatiye daliqandin serê sibê ji aliyê leşkeran ve hatin daxistin. Cîgirê Şaredara Geverê Cengîz Rençber, anî ziman ku dema pankart anîne xwarê ew wê demê li navçeyê bû û xwest ku mudexeleyê li leşkaran bike. Rênçber destnişan kir ku leşkaran gotiye, "Wesayîtên me ji ber pankartan derbas nabin" û pankart anîn xwarê. Rençber, got kir ku helwesta leşkeran bêtehemûliya li dijî kurdî ye û wiha berdewam kir: "Em têkîldarî vê mijarê de kesên berpirsiyar gazî dikin ku perpisiyariyên xwe bînin cih. Ev bêtehemulî nayê qebûl kirin. Em daxistana pankartan wekî êrîşa li Îzmîrê li dijî kurdan pek hatî dibînin."
Yetîşkîn: Panqart 30 metre bilind bû
Şaredara Geverê Rûken Yetîşkîn jî wiha got: "Me bi armaca cejna gelê xwe pîroz bikin pankart daliqandin. Lê dema ku leşker derbas bûne pankart anîne xwarê. Berê jî li navçeya me pankart anîbûn xwarê. Ev yek bêtehmuliya li dijî kurdî ye."
Yetîşkîn, anî ziman ku têkîldarî mijarê wê bi rayedarên leşkaran re axiviye û ji ber ku daketina wan asteng kirine anine xwarê û bi zanistî neanîne xwarê. Yetîşkîn wiha domand: "Lê hevalên me diyar dikin wan pankart 30 metre bilindahiyê daliqandine."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


