Amed
Mamosteyên wêneyan, karîkaturîst Ozgur Evran li mala xwe întîxar kir.
Ozgur Evran kesekî pir hêl bû. Wekî mamosteyê wêneyan li dibistana dewletê mamostetî dikir. Endamê Egîtîm-Senê bû. Ligel karê wêneyê karîkatur jî çêdikir û bi karîkaturên xwe 3 caran di Pêşbaziya Şehîdê Çapemeniyê û Mûsa Anter de xelat girtibû. Evren di heman demê de bi muzîkê re jî eleqedar bû. Di sala 2015’an de bi navê “Zeman” albumek derxistibû.
Ji ber sedemên hê nayê zanîn, hat gotin ku Ozgur Evran duh êvarê li mala xwe întîxar kiriye.
Cenazeyê wî li Goristana Yenîkoy hat definkirin. Li Şînxaneya TOKÎ’ya Seyrantepeyê şîn hat danîn.