logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

DILO

Tîrêjên rojê yên zer di ezmanê şînî sayî re, bi ser bajarê Amedê ve bela dibin. Dilê min wekî êtûnê ye. Disincire, dike

  • Dîrok: 12/11/2009
  • Beş: Serbest

Behlûl Zelal

Tîrêjên rojê yên zer di  ezmanê şînî sayî re, bi ser bajarê Amedê ve bela dibin. Dilê min wekî êtûnê ye. Disincire, dikele, difûre. Dilê min direile, diheje, nola pelê çilo. Tirêjên zer, reş dibin, ezmanê şîn, şîn digre. Sal, heyv, roj, kêlî didine pey hev; berapaş ve diçin.
Dilê min di nav du dîwaran de maye. Nizane, ne xemgîn be, ne bikene. Bêhemdî xwe, li milê çepê dinihêrim, li milê rastê. Li pey xwe dinerim. Roj diçe ava. Tîrêjên zêrîn dikevine qul û quwaran. Xwedî mal, diçin malên xwe. Cot bi destên hev girtine; dimeşin, dikenin, dilê hev maç dikin, çavên hev, dev û lêvên hev.
Ne pir, belkî ne jî hindik; hivdeh sal berî vê roja ku îro rêhevalên te, li vî bajarî bûne mêhvan, tu ji vî bajarî çûbûyî. Bi riya telefoneke sar ku dengê te di dilê min de qerisîbû. Te gotibû:
“Ez diçim…!”
Min negotibû.
“Bi ku ve?”
Min dizanî. Min dipa. Min dizanî, te jî dilê xwe avêtiye  êtûna evînê. Evîna ku dil diperitand. Evîna ku bi hêviya bihuşta siberojê her kêlî mezin dibû. Te dilê xwe derxistibû ji hêlînê û avêtibû êtûna ku dil tê de dişewitîn.
Min got:
“Berî tu biçî; here, diya min bibîne.”
Te tu bersivek nedabû. Te bêdengî kiribû bersiv. Piştî çend heyvan pê hesiyabûm ku berfê rê nedabû te. Belkî jî, berf bûbû hincet, ji bo ku tu wê kiliya xatirxwestina dawî nejî.  Bêyî ku tu careke din bibînî dê, bav, xweh û birayan. Te pişta xwe dabû felekê, dîroka bindestbûna hezar salan. Te berê xwe dabû evînê. Evîna ku hêlîna xwe li serê çiyayên bilind çê kiribû. Evîna ku bi hemû raz û qudreta xwe spartibû bextê xwezayê.
Li hawirdor dinihêrim, li milê rastê, jineke ciwan, xwedî pêçek, digrî. Bêdeng digrî, hêstir bi ser hinarîkên wê digindirin. Bi giriyê wê re, jina ku li cem wê ye jî digrî. Tîrêjên zêrîn xwe vedikşin. Dilê min germ e, dikele û difûre. Dengê dilê jina ku li pey min e, di canê min de digere. Û ez jî digrîm; hêdî hêdî, bêdeng. Dixwazim biçim cem jina ku qet navber nade giriyê. Bi her du destên xwe, her du destên wê bigrim. Hembêz bikim, hêstirên çavên wê vexwim, vexwim. Ez jê re bibêjim. “Napirsim ji te, tu çima digirî. Napirsim ji te, ew çi ye dikele di dilê te de, ev çi kul e yê ku hestirên çavên te dibarîne, di vê roja hanê de. Dizanim evîna xwişk bira ye ev, birîna derdê bêderman e. Derdê min û te yek e.Dilê min û te bi heman agirî dişewite. Di heman êtûnê de teqî hêrsa evîndarên me.”
Naçim cem jina ku bêdeng digirî. Li hawirdor dinihêrim. Li rûyê mirovan. Li dîmena li ser rûyê wan rûniştî, li awirên çavan, li kenê li ser qiraxa lêvan. Dixwazim yek bi yek têkevim hindê dilê her kesê ku a niha li vir e. Dixwazim fêr bibim çîroka her yekê ji sed hezaran. Bêhna hesreta evîndaran tê ji her hêlê. Bayê azadiyê tê, li per û çengên min dixe. Dibim balindeyekî, difirim, difirim; bi hewa dikevime qata heftan. Dibime kevokeke spî û şîn. Ji ezmanê heftan, perên xwe li bayê sivik dixim, têm li nav her du singên keçeke xama vedinîşim. Dev û lêvan maç dikim. Serê xwe dixime nav her du singên nerm û girover û noqî xeweke şîrîn dibim.
Li hêstirên çavên jina ku bêdeng digirî dinêrim dîsa, bêhejmar carî dinihêrim, bêrawest. Ez têr nabim ji wan rondikan, dilê min hênik nabe. Ji hêstiran dinasim dizanim û dibînim kula li ser dilê wê. Çi qasî dişibine hev rû, çi qasî dişibine hev çav û hêstirên ji wan  diherikin.
Di tariya şevê de, dengek bela dibe bi ser lehiya mirovên dil bibar ve. Deng, diteqe di nîvê êtûna evînê de. Deng, diqîre, ji bin bîra salan. Dil tije ne, tije hesret, tije hêvî, tije jiyan…
Dibê va ye, em hatin.
Dilê min dikene. Li jina li kêleka xwe dinerim careke din; li nav her du çavên şil, yek dikenî, yek digrî, nola her aliyek ji dilê min.

b.zelal@mynet.com

***

Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- KEZEB ŞEWITÎ
- Helwesta Azadiya Welat
- HAWAR E! ROŞAN E!
- Gaveke dîrokî û virnî
- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji bo hilbijartina serokomarî 6 berendam çêbûn

ad

Nivîskar Ahmedê Bilokî li nav me ye

ad

Danberhevek dibistanên tirkî û yên kurdî li Almanyayê

ad

Nêzî 12 hezar kesî ji Lubnanê hatin Herêma Xweser

ad

Wêneyê rojê: Li heberî 'zagona rûnixumandinê' rûyê xwe nixumandin

ad

Vê carê nehiştin 'Xwebûn'ê bişînin Stenbolê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname