Diyarname
Hikumeta AKP'ê zagoneke dijwar derdixe û HDP jî têde partiyên li muxalefetê dijî vê derdikevin. Heta niha 18 zagon di vê çarçoveyê de li meclisê bi zorê hatin qebûlkirin. Yek ji van zagonan bi her awayî qedexekirina nixumandina rû ye. Kî di çalakiyekê de hema piçek rûyê xwe binixumîne dê bê girtin û cezakirin. Li hemberî vê zagonê mebûsên HDP'ê îro li meclisê rûyê xwe nixumandin û gotin em vê zagonê qebûl nakin. Û ev wêne derketin ji wê çalakiyê. Me jî ev wêne wekî wêneyê rojê hilbijart.