Navenda Nûçeyan
Şerê di navbera Îsraîl u Hîzbullahê de didome. Ji vî şerî niha bi deh hezaran kes ji Lubnanê derketine. Beşek mezin hatin herêma xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyeyê.
Nûneriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê roja 24'ê rezberê ji bo şopandina kar û barên penaberên sûriyeyî yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteyek ava kiribû.
Bi hezaran penaberên sûriyeyî û lubnanî berê xwe didin herêmê. Heta niha bi rêya deriyê Tebqayê 5 hezar û 439 kes derbasî herêmê bûne. Di nava wan de 23 lubnanî hene û 8 cenaze jî hatine.
Bi rêya deriyê Ebû Kehef ê kantona Minbicê jî 6 hezar û 375 sûriyeyî û 5 lubnanî, her wiha 3 cenaze derbasî herêmê bûne.
Desteya Tenduristiyê ya kantona Tebqayê ji bo şopandina rewşa penaberan û birîndaran bi koordîneya Heyva Sor a Kurd navendek tenduristiyê li deriyê Tebqayê vekir.
Kesên xizmên wan li herêmê hene li cem wan dimînin, yên xizmên wan tune ne jî Rêveberiya Xweser jê re navend veqetandine.
ANHA


