Diyarname
Diyarbekirspor ku gotibû emê dernekevin maça Galatasarayê dev ji vê biryara xwe berde.
Ev çend hefteye li hemberî Diyarbekirsporê di maçan de diruşmên nijadperest têne avêtin. Di heman demê de li gor gotinan rêveberên kilûbê hakêm jî li hemberî wan subjektîf tevdigerin. Herî dawî di maça Entabê de diruşmên nijadperestiyê hatin qîrandin û piştî maçê reveberên kilûbê gotin ku emê hefteya pêşiya me dernekevin maça Galatasaray sporê. Rêveberan piştî vê daxuyaniyê li Amedê bi Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, bi Waliyê Amedê û saziyên sivîl re axivîn û gihîştin encamê. Li ser vê encamê kilûbê îro daxuyaniyeke weşandin û gotin ku wan dev ji biryara xwwe berdaye.


