Komxebata Ziman û Perwerdehiyê dest pê kir
Amed
Komxebata Polîtîkayên Ziman û Perwerdeyê ku bi piþtgiriya Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve tê lidarxistin, roja 25'ê mehê li Salona Resepsiyonê ya Jîngeha Sumerparkê dest pê kir. Komxebat dê du rojan bidome û dibistanên azad bêne nîqaþkirin.
Þêwrimendê Hevþaredarên Bajarê Mezin Þerîf Derînce, Parlamentera HDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, nûnerên Weqfa Mezopotamyayê, Egîtîm-Sen, Kurdî-Der, Maper, Komîsyona Ziman a KCDê, HDP û rayedarên Rojavayî beþdarî komxebatê bûn.
Axaftina destpêkê ya komxebatê mebûs Bîrtane kir. Bîrtane got ku ev xebat yek ji xebatên hilbijartinê ye û got, “heke ew di hilbijartinê de bi ser bikevin, ew ê li parlamentoyê doza zimanê dayikê bikin.”
Piþtî Bîrtane ji Akademiya Siyasetê ya DBP'ê Haþim Îzol axivî û got, “Zimanê me di warê perwerdeyê de diþibe darekî ziwa, divê em vê darê av bidin.”
Þerîf Derînce jî li ser xebatên ziman ên Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê sekinî.
Piþtî temambûna kombexatê dê encamnameyeke bê pêþkêþ kirin.