Qamişlo
Endamê Desteya Rêvebir ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku Tirkiye Cerablusê dorpêç bike jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG,YPJ jî di nav de ne, wê teqez du kantonan bike yek.
Xelîl da zanîn ku ev operasyona Tirkiyeyê ya li Cerablusê di ber hin bazaran de bi destûra Rûsya, Sûriyê û Îranê çêbûye û wiha got: “Tirkiye ku dixwaze agirê ku li Sûriyeyê vêxistiye geş bike, dê malikê li xwe bişewitîne.”
Xelîl anî ziman ku yekane hêza li dijî DAIŞ’ê wekî bizotên agir têdikoşin kurd in û wiha dom kir: “Tirkiye Cerablusê dorpêç bike jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG,YPJ jî di nav de ne, wê teqez du kantonan bike yek, dê herêma Babê azad bike û di vê rewşê de jî hebûna çeteyan û ya Tirkiyê ya li Cerablusê dê bêwate bibe. Gotina Berdevkê Ragihandinê yê YPG’ê yê bi rengê, ‘Em ê hêzên xwe ji Rojavayê Firatê nekişînin. Di vê rewşê de çi hêzek nikare vî tiştî ji me bixwaze’ nîşaneya biryardariya vê ye.”
Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li şûna ku li bendê bin ku DYA û Rûsya helwestekê nîşan bide, divê gelên Tirkiyê û Sûriyê, hemû derdorên demokratîk ên dinyayê ji bo siberoja xwe tevbigerin û wiha bi dawî kir: “Bi van polîtîkayan ne berxwedana kurd û ne jî Şoreşa Rojava wê nikaribe bê qedandin, agirê li Sûriyeyê dê Tirkiye her roj zêdetir bikişîne nav çiravê."