Diyarname
Îsal 9’emîn car Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî li dar dikeve. Roja dawî ya serîlêdanê Îro bû lê dem hat dirêjkirin. Yên bixwazin heta 1’ê avrêlê/nîsanê berhemên xwe bişînin ber destê amadekeran.
Çend meh berê ji bo îsal pêşbazî hatibû ragihandin û îro amadekarên pêşbaziyê diyar kirin ku dema serîlêdanê mehek dirêj kirine.
Bi vê pêşbaziyê her sal helbestvan Arjen Arî tê bibîranîn û dosyaya ku di pêşbaziyê de bi ser bikeve jî wekî pirtûk ji aliyê Weşanên Sor ve tê çapkirin.
Ji bo têkiliyê:
- Reşo Ronahî: 0543 488 6996
***
Nûçeya Eleqedar:
- Serîlêdanên ji bo Pêşbaziya Arjen Arî dest pê kir