logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Zeynelabîdîn Zinar: Uslûba Axaftinê*

Uslûba axaftinê bi awayekî rast û durust, li gor çawa ku bav û kalên me peyivîne...

  • Dîrok: 28/03/2008
  • Beş: Serbest

Uslûba axaftinê bi awayekî rast û durust, li gor çawa ku bav û kalên me peyivîne.
Bêguman li dinyayê tiştê herî pîroz, ziman e. Lewra eger ne ji ziman be, nayê zanîn ku mirov çi ye û çi tişt e.  Ji ber vê hindê pîvan û kêşana jiyana nirxên netewî, bi bikaranîna zimanê nijadî ve girêdayî ye.

Ev yek li hemû welatên dinyayê û di nava hemû neteweyên dinyayê de jî, her eynî wisa ye.  Ji ber hindê, divê ku em, di warê zimên de bêalî bilipikin û her tim ji bo bipêşxistina ziman û çanda xwe bişixulin.
Lewra gelek lîderên navdar ên dinyayê hebûne, ew bi şexsê xwe li ser ziman şixulîne û dema ku ew di bereyê (enî) şer de bûne jî, berhemên kulturî afirandine.

Bêguman ziman û siyaset, du tiştên ji hev cuda ne. Ji ber ku ji zimên re îdeolojî tune, lê her tiştê siyasetê îdeolojî ye.
Her wiha di mesela zimên de, cûn û çînayetî, ol û rêçik, partî û komelayetî, zayend û sermaye nîn in. Ji ber vê hindê divê em bi tu rengî têkiliya ziman û çanda kurdî, bi dîtinên  siyasî û olî ve girêbest nekin.

Ez ê di vê derheqê de gotineke Konfuçyusê Çînî bînim bîra we. Pirseke wiha jê hatiye kirin:
- Eger tu ji bo îdarekirina welêt bihatayî vexwendin, karê ku pêşî te bikira, dê çi bûya?

Konfuçyusî wiha bersiv daye:
- Bêguman bi destpêka kar re, min ê ziman di ber çavan re derbas bikira. Lewra eger di zimên de  kêmasî hebe, peyv jî fikirandineke rind diyar nakin. Eger fikirandin jî rind diyar nebe, berpirsyarîyên ku bêne kirin jî, rast çênabin. Eger berpirsiyarî jî rast neyên kirin, wê demê çand û tore jî xira dibin. Dema çand û tore xirabibin, dadwerî jî dikeve riyeke şaş. Gava dadwerî ji riya xwe derbikeve, xelk dê bikeve heyretê. Dema xelk ket heyretê, êdî xelk nizane çi bike û nizane wê bigîje ku derê jî. Ha ji ber vê yekê, tiştekî mîna zimên bîrjiyan û girîng tune.
*
Piştre ez dixwazim bi kurtî behsa Folklora Kurdî jî bikim:
Ji hemû hawayên jiyanê re, ÇAND (ango kultur) tê gotin. Di nava çandê de jî, tiştê herî girîng folklor e.
Mirov çi bixwaze, mirov dikare daxwazên xwe di nava çîrok û meselok û gotinokên folklorî de bibîne. Ji ber hindê folklor çavkaniyeke pir dewlemend e û ya herî rast û durust e.
Folklor  ji her neteweyî re jî şanaziyeke pîroz û giranbuha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvan çêdibe.
Her wiha folklor çeka herî girîng e ku mirov xwe bi wê, dikare ji mirina netewî jî biparêze.
Ji ber van sedeman e ku min di serê pêşî de giraniya xebata xwe, daye ser berhevkirina berhemên Folklora Kurdî û tîpguhaztina klasîkên kurmancî.
Klasîk jî bingeha xwe li ser folklorê ava kirine.
Hetanî dawiya sala 1998’aan, min 1.710 parçeyên folklorî berhev kirine, 370 ji van çîrok in.  Min ev berhem di deh cild pirtûk de bi navê XWENÇE dane çapkirin. Min heta niha  24 jî pirtûkên klasîn veguhaztine alfabeya latînî û çap kirine. Jimara pirtûkên min ên çapkirî, niha gihaye 81’ê
Ev 1.710 berhemên Folklora Kurdî, her yekê bi serê xwe senaryoyeke ku dibe fîlm, şano û tiştên wisa….

Giringiya Folklorê

Me li jorê got ku folklor girîng e.
- Bê guman çi miletê ku folklora wî tune be, ew milet goristaneke bê kêlik e. 
- Miletê ku folklora wî hebe û xwedîtî li folklora xwe neke, ew millet goristaneke bi kêlik e. Yanî ew milet her mirî ye.
- Lê ew miletê ku li folklora xwe xwedîtî bike, ew millet gulistaneke şên e û bi dilgermî jî li pêşeroja xwe dinere.
*
Di nava hemû zimanên dinyayê de, pênc hawayên xeberdanê hene:
1- Xeberdana ji bo zarûkan
2- Xeberdana li kuçê
3-  Xeberdana xelkê normal
4- Xeberdana desthelatiyê
5- Xeberdana zanistiyê

Di nava van xalan de, hin awa û uslûbên xeberdanê yên din jî hene, wekî mînak:
- Uslûba xeberdana bazirgantiyê.  (ew pir şorekî dikin)
- Uslûba xeberdana civata badexur û meyxuran. (ji tiştên xweş dibêjin)
- Uslûba xeberdana şêt û nezanan. (Gotinên ecêb dibêjin, av diçe pişikê)
- Uslûba xeberdana diz û pêxwasan. (Pesnê xwe pir didin)
- Uslûba xeberdana rêncberan. (xwe kêm û guneh didin nîşandan û bi umîdan dijîn, her tim xwe emanetê Xwedê dikin)
- Uslûba xeberdana karkeran (qezenca zêde û şixulê zêde)
- Uslûba xeberdana karbidestan   (awayên kontrola xelkê)
 
Lê divê neyê jibîrkirin, dema mirov bi çi zimanî dipeyive, divê mirov li gor tore, çand û vêjeya wî neteweyê xwediyê wî zimanî jî bilipike. Yanî ew babeta ku tu wî zimanî ji xwe re tê de bi kar tînî, divê ji nava çarçova çanda wî neteweyî dernekeve.
Mirov di xeberdana xwe de, dikare hin peyv ji zimanên biyanî jî werbigire û ji xwe re bi kar bîne. Ev yek ne xeter e. Lê eger eynî peyv di vî zimanê ku tu bi kar tînî de hebe, lê tu ewê bi kar neynî û herî peyveke biyanî bi kar bînî, ev hem xeter e û vajiyê rewatiyê ye jî. Wek îmînak: peyvika mizgeft-camî.
* 
Dema mirov naveroka tiştekî bi axaftinê pêşkêşê civatekê bike, eger mirov bixwaze ku ew axaftina mirov ji aliyê xelkê ve bê pejirandin, her wiha eger mirov bixwaze ku hîskirina xelkê ji wê axaftina mirov re çêbibe, pir girîng e ku mirov naveroka axaftina xwe, ji serweta nijadî wergirtibe. Çavkanî jî, bi piranî divê ku ev xalê li jêrê bin:
1- Çîrokên folklorî
2- Meselok, pêkenok, leqemok û xebrojk
3- Stran, bacî, lawik û heyranokan, payîzok û lawje
4- Serpêhatî
5- Biwêj (tiştonek)
6- Gotinên Pêşiyan
7- Şîret û nesîhetên mezinan.

Berî ku mirov dest bi axaftina xwe bike, çend xalên girîng hene, divê ku ew berê hatibin tesbîtkirin. Her wiha divê bê zanîn, ew civata ku mirov jê re dipeyive, li derve ye, yan li hindur ye. Û naveroka wê axaftina ji bo civatê, çi ye.
Divê her tişt berî destpêka axaftinê hatibe sererastkirin, hêj dest bi axaftinê bête kirin.
*
Me li jorê behsa pênc hawayên xeberdanê kir. Ji wan, a girîngtir, xeberdana li pêşberê xelkê/civatê ye.
Bêguman xelk xwedanê her tiştî ye, hem jî desthilatdarê her karî ye. Lewra eger mirov xirabiyekê li pêşberî xelkê bike, xelk bi sedê salan wê xirabiyê ji bîr nake. Eger mirov qencî jî bike, bi sedê salan ew qencî nayê jibîrkirin.

Afaxtina kulturî

Di axaftina li pêşberî xelkê ya kulturî de, civatên wekî şano, pêşangeh, semîner, konferans û tiştên wisa, pir girîng e ku mirov giranî bide ser van xalên li jêrê:
1- Axaftin kurt be û hevokên têne bikaranîn kurt bin. Lewra semaxa xelkê ji bo axaftina dirêj tune. Ev hawe divê di nivîsandinê de jî her wisan be. Xasma jî piştî derketina Internetê, kes êdî nivîsên dirêj naxwîne.
2- Xeberdana li pêşberê civatê, divê ku bi pîvan û kêşan be. Gotinên ku xelk jê hez nake, divê neyên bikaranîn.
3- Divê uslûba xeberdanê, xweş be û bêjeyên tê de ku têne bikaranîn zelal bin.
Di nava xeberdana xweş û zelal de, ev tişt hene: 
Ew peyvên ku tu di nava xeberdana xwe de bi kar tînî, divê ne sik bin û mirov jê aciz nebin.
4- Ew bêje û hevokên ku tu di axaftina xwe de bi kar tînî, divê li naverokê bibanin.
(Behsa firra li asîman bikî, çênabe ku tu di eynî demê de behsa lirêçûnê bikî)
5- Divê ew  bêje û hevokên ku tu bi kar tînî, hem ji aliyê nikla xwe ve rewan bin, hem ji aliyê daçekan ve jî li hev bikin.
(Lewra peyvên kurdî, eynî wekî nikla melodiyan li pey hev kaşerêz dibin. Îcar hin peyv û bêjeyên ku nikla wan li hev nake, divê li pey hev neyên rêzkirin.
6- Ew babeta ku mirov li serê dipeyive, divê ku mirov li gor demsala bûyerê, axaftina xwe biafirîne. Yanî eger demsal payîz be û tu behsa kêmasiya avê dikî, çênabe ku tu behsa werdeka bi têjik bikî ku di gola kêmav de ye. Yan ku demsal havîn be, çênabe tu behsa  çemê ku qeşem girtiye  bikî. Yan  eger zivistan be, behsa kincên tenik bikî)
7- Ew rûdana ku tu behs dikî, pir girîng e ku tu behsa xwezaya cihê ku rûdan lê rûdaye jî bikî.  Mînak: Siyabend û Xecê Çiyayê Sîpan, Hemdîn û Şemdîn Çiyayê Şerefdînê)
8- Xala herî girîng ev e ku tu zayendeya peyv û bêjeyan rast bi kar bînî. Lewra eger tu zayendeya peyvekê şaş bi kar bînî, ew şaşî dikare sed sal bidomîne.

Axaftina li pêşberî kîjan çînê?

Ew axaftina kulturî ku tu li pêşberî xelkê dikî, di civatên wekî şano, pêşangeh, semîner, konferans û tiştên wisa de, pir girîng e divê tu di serê pêşî de zanibî ku ew kes ji kîjan çînê ne. Piştî ku ev yek hate zanîn, îcar li wê gorê divê tu axaftina xwe têxî nava çarçoveyeke kifş û lê bidomînî.
- Eger Axaftin li pêşberê zarûkan be: (Giranî bide nişandana heskirinê)
- Eger Axaftin li pêşberê xortan be:   (umîda wan xortir bike û rê nîşan bide)
- Eger Axaftin li pêşberê zilaman be: (ragirtin, serwerî û îdare)
- Eger Axaftin li pêşberê kal û pîran be:  (Semax û hedan)  
- Eger Axaftin li pêşberê jinan be:  (tiştên bi wan ve girêdayî)
- Eger Axaftin li pêşberê gundiyan be: (erd, pez û dewar)
- Eger Axaftin li pêşberê bajariyan be: (av, elektrîk, kanalîzasyon)
- Eger Axaftin li pêşberê kesekên nenas be: (dostanî, dilovanî, xerîbdostî)
- Eger Axaftin li pêşberê xwediyên terş be: (çêre, nexweşiya sewalan)
- Eger Axaftin li pêşberê xwediyên fêkî be: (Bê teyrok û berf û baran)
- Eger Axaftin li pêşberê sewal û ajalan be: (Her sewalek bi zimanê wê bipeyive)
*

Peyvikên mustehcen

Çawa ku di nava her neteweyî de peyvên mustehcen hene, helbet di nava neteweyê me de jî hene. Lê belê tiştê ku min di lêkolînan de derxitiye holê, ev peyvên mustehcen di nava kurdan de pir zêde hene.
Eger di şanoyê de beşek ji jiyana gundiyan ya bi xirecir hebe, çawa ku gundî zirt û fortan didin xwe, divê ku merov jî eynî wan peyvan bi kar bîne:
- Lawo qey tu jî mêr î, tu ji siya xwe ditirsî.
- Lawo tu bi van derewan qelişî,
- Tu mêvanên xwe bi hejîran têr dikî.
- Ez dizanim ku çend mû li dora qûna te hene
- Hêka te ji zû ve doqandine.
- Pozê te naşeswite
- Kes nizane maka te li kurê gon xwariye…
*

Peyvên rêzgirtinê

Ji van peyvên ku hatin gotin zêdetir, di Toreya Kurdî de demokratî, mirovatî, rêzgirtina li pêşberê hevûdu û biratîya kesan, bi awayekî vekirî û pir jî eşkere hatine bicihkirin.

Wekî mînak:
- Kurd navê kesê jixwemezintir hilnadin, ji bo rêzgirtina zilaman dibêjin:  Mamo/apo, xalo, pismam, heval, bira, keko û hwd.
Ji bo kesên ji xwe piçûktir jî dibêje: Birazî, xwarzê
Ji bo jinên jixwemezintir dibêjni: Metê, xatî, heko.
Ji bo jinên ji xwe piçûktir jî dibêjin: Xwarza, biraza
Kesên hevjiyên hev jî, ji hev re dibêjin: kirîv, heval, bira...
*
Bikaranîna peyvikên şaşiyan: Piştî ku ev televizyonên asîmanî derketin holê, peyvên şaş, bi riya wan di heman demê de, li dinyayê têne belavkirin. Îcar dema peyveka şaş kete nava xelkê, êdî mirov nema kare bi şûnde jî bistîne.
Hin hevok û peyvên şaş ku îro li nava kurdan belav bûne ev in:
- DEVPÊKIRIN-DESTPÊKIRIN
- TERRM
- Mirina kek filankes...
- SOVYETA BERÊ:
- ROJHILATÊ….
- PAYTEXTÊ…….
- PARLEMANÊ….
- KURDÎAXÊV
- ŞEHÎD KET
- ZIKÊ XWE TÊR KIR
- ÇAVÊN WÎ KOR BÛNE
- ÇÛ SER HEQIYA XWE
- Destê kê di berîka kê de ye

Wisa bûye ku êdî kes nizane kî çi dike.
- Girtine bin çav (tercuna tirki). Divê desteserkirin be.
- Negirtin ber çav  (tercuna tirki)
- Anî zimên (dile getirmek)
*
Berî ez bigîjim dawiya axaftina xwe, dixwazim hinekî li ser uslûba nivîsandinê jî rawestim:
Nivîsandin li gor babet û naveroka xwe, tê guhartin.
Mesela:
- Eger mirov romanekê binivîse, heta ku dest bide, divê uslûba wê wêjeyî be û naveroka wê jî bi fentezî û xeyalan dagirtî be. 
- Eger tu pirtûkeke dersê binivîsî, heta ku dest bide, divê ku pedagojîk be.
- Eger tu pirtûkeke teknîkê binivîsî, heta ku dest bide, divê ku nûjen be, jêderkên tê de jî, divê ku ji çavkaniyên sererast hatibin wergirtin.
- Eger tu pirtûkeke helbestan binivîsî, heta ku dest bide, divê ku naveroka wê li hev bike, nikla wê jî xweşkêş û rewan be.


*Têbiniya Diyarnameyê: Berhevkar û nivîskar Zeynelabîdîn Zinar roja 26'ê mehê li Seyr-î Meselê beşdarî paneleke "Uslûba Axaftinê" bû. Ji ber girîngiya mijarê em axaftina Zeynelabîdîn Zinar pêşkêşî we dikin.

Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Qeymeqamî navê bi kurdî, navê 'Rindêxan'ê red kir

ad

Ev e wêneyê rojê: 18 lîstikvan bûn 'Nakî'

ad

Di şanoya kurdî de pêngaveke nû: Mem û Zîn

ad

Hunermend û Serokwezîr hatin ba hev

ad

Perestgeha Bêhêliyê û Zimanê Rewşenbîriya Kurd

ad

KE: Demîrtaşî serbest berdin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname