QATO
1
Keko! Pepo
Kê kir, min kir
Kê xwar, min xwar
Kê kuşt, min kuşt!
Girêka bêqederiya jiyana teyrê kekopepo (kundêkor) di lalotiya lixweveger ya van dengên li jor de venabe ye. Kurdan bi hunerek Naciye, ji awaza dengê vî teyrî, ev ristên gotinê yê hêja lihevanîne. Di nava kurdan de sê gotin werin cem hev, ji komika gotinê re çîrokek jî hewce dike.
Bigiştî du sewtên dengê kekopepo hene. Di çanda gelên din de tenê dubareyî û wekxwebûna van dengan hatiye destnîşankirin û li ser vî kumirî (têma) hevoka “mîna kund dixwîne” hatiye dariştin. Hevoka ‘mîna kund dixwîne’ di wateya gotina ‘di dîsayiya xwe de bêwate û bêxêr e’ tê bikaranîn. Di çanda kurdan de peyva ‘keko- pepo- bêji’ tevî ku wateya hevoka jorîn dihundirîne jî, derûberê wê gelekî fireh û kûr e.
Di çanda kurdan de ji dengê kekopepo çar sewt-hevok tên dêrandin.
Sewta pêşiyê: Keko, pepo! Di vê sewtê de teyr bang li birayê xwe dike, bixwe bûye pepo!
Sewta duduyan: Kê kir, min kir! Di vê sewtê de ragihandin heye; ‘kirinek’ heye. Kirdarê kirinê, teyr dibêje ez im. Di herdu sewtên dawiyê de daxuyaniyek zelal heye: teyr, tiştek xwariye û kesek( birayê) kuştiye.
Kurdan ji sewta kekopepo çîrokek afirandine. Çîrok li ser çar jîyî hatiye paldekirin. Ev çar jî di wateyek teng de naleq nin in: du sêwî (bêkesî, kokimî) xwişk û bira li ber destê damarî (xirabî, tirs, bêwijdanî) yê dimînin. Her du zarok diçin kerengan berhev dikin. Keçik carekê tûr datîne erdê jê kerengekê derdixîne û dixwe. Tûr bi kêvir dikeve û qul dibe, haya wan jê çênabe. Keçik wextekê şûnde diweste û tûr dide birayê xwe. Hetanî berêvarê kerengan berhev dikin. Êvarê li wexta vegerê li tûr dinêrin; tûr vala ye. Keçik ji birayê xwe şikê dike ku wî hemû kereng xwarine (bêbawerî, xapandin) bira dibêje: tu ji min bawer nakî, zikê min biqelişîne û binêr. Keçik zikê birayê xwe diqelişîne, dibîne ku tê de kereng tune ne. Li ser vê yekê keçik bangî Xwedê dike ku wê bike teyrê çolê (poşmanî, belangazî) Xwedê wê dike teyr û biçolê dixe.
Wê wextê, gorî danîna tevna kumê li jor, dewsgirta wateya têgeha “kekopepobêjî” kakila ‘mîna kund dixwîne’ zêdek; bêkesî, kokimî, xirabî, tirs, bêwijdanî, bêbawerî, xapandin, poşmanî û belangazî yê dihundirîne. Û paşiyê, ji ber ku kekopepo (kundêkor) timî di xipûxaliya demsalan de têxuyan, diyardeya ‘rûreş’ iyê jî lê bûye taybet.
2
Gilik ( kilîtorîs)
Freud di teoriya xwe ya komgirêk (compleks) a Oîdîpus de takêşiyê dide ser bilik (fallus). Gorî ramana Freud zarokê lawîn ji jêkirina bilikê xwe dibizde… ji ber ku bil (bel) li ber zarokê keçîn tune ye, keçik xwe kêmkirî dibîne, li ser vê, di vê viraya teoriyê de qestikî ( rol) keçikê wenda dibe û li ser vî taybetiyê keçikê, teorî fereh nabe. Ev teorî li dora bilik (fallus) mexel digirê û bilik dibe serdarê navranê û palûke yên pizî (erojen) yê li ser istûna bilik tên avakirin.
Di rêçûna vegotinasiya zimanê kurdî de şixûla têgeha “gilik”ê ‘kêm’ ‘çal’ ‘qusandî’ ne. Di gotiniya kurdî de serdariya navranê bi doxîna gilikê ve girêdayî ye. Erka bilik bi qasî ku binyadê ji piziyê re damezirîne tune ye. Pizî di bin desthilatdariya gilikê de ye. Jixwe gilikî (erotîzm) jî ji gilikê dizê. Peyva gilik ê hem bi dirûv (şekl) û hem jî bi wateya xwe di zimanê kurdî de, cihê ku Freud di teoriya xwe de gilik rûçikandiye û terişandiye, cik (dîk) sekinî ye.
Giloka gilikê li ser raya gil/gir(tepe, mezin) ziyî dibe. Loma di kurdî de, ji fitikî (belbûn) ya bilik zêdetir, ji ‘girê’ gilikê têgehên pizîngî çêbûne. Di kurdî de çiqasî bizd (tehdît) li ser ‘hebûna’ bilik hene, jê zedetir û watedartir bizd li ser ‘hebûna’ gilikê jî hene. Di gotiniya kurdî de fahmên razber yên ji kîsê piziyê dapalîne û diyardeyên berbiçavî dinûmînîn ji istûna bilik ne, ji girê gilikê peyda dibin. Tenûra ku di binê girê gilikê de dadayî ye, bi agirê Xwedayî hevîrê jiyanê hilatî dike. Lomaye (jiber wê ye) qunde (reqbûna xwe ya biyolojîk bi ezmûnên civakî guherbar dike) bûna gilikê di duşeqiya şa û êşê de pizan (pilasenta) digirê.
Ji ber serdestiya erkdariya gilikê ya li ser gilikî (erotîzm) yê, di hişê gotiniya kurdî de fahmên xurt li dora vê têgehê bizê bûne. Ji van têgehan, em dikarin li ser çend mînakan bisekinin.
Gilika dinyayê rabûye: wate: Dinya rabûye ser piya, çavê dinyayê reş bûye, di dinyayê de her tişt diheze, kes li kesî guhdariyê nake, dinya ji bo xwestekên xwe hemû rê, rêbaz, rêgezan binpê dike û di nava tevgerek serxoşî de ye.
Gilika wê jê kirin: wate: wateya vê hevokê “xesandin” û “ziman jêkirin” ê bi hev re dihundirîne. “Xesandin” a nêran ne zezakirin e, ji bo “ armanc”ekê ye, tenê, nêrî (mêranî) bûna wî jê tê sitendin. “Gilik jêkirin” zezakirin e, wekî “serî jêkirin” ê ye.
Zimanê rewşenbîriya kurd, van herdu têgehên li jorê li ser zimanê kurdî pesend dike; rewşenbiriya kurd bi kekopepobêjiya xwe, gilika zimanê kurdî jêdike!
3
Nivîskarên kurd yên xwe dane parestgeha bêhêliya têgeha “dervî siyasetê” û yên qaşo di kozika kurdiyê de dimirin û dimînin, bêhaliya kurdî ji xwe re dikin siyaset û rûnê ser nanê xwe. Vana wekî bazarganên kêçan, termê zimanê kurdî dane ser tenaşoyê û jê re li weylokan dixin û enişkxwariya devê xwe bi şakola zimanên biyanî rast dikin.
“Wêjeya Kurdî” ya herî baş! bi zimanekî biyanî ravekirina berhemên kurdî ye ku tê de nivîskar di derheqê berhemên xwe de şîroveyan dike. Ev nivîskarên me yên xwe wekî “partiya teyrên zimanzêrîn” dibînin siyasetê wekî Şikefta Kîkanê* dibînin: helwesta wan dibêje: ku hûn zêran nedin min, ez dê bi mahran re rakevin! Loma kurdiya berhemê wan mahrmijiyayî ye.
Têbinî:
* Şikefta Kîkanê: Ev şikeft li paş gundê Hilarê, di nava erdê gundê Kîkanê de dimîne. Şikeft bi destê mirovan hatiye çêkirin û bi nêrdewanek kevirînî bi binerdê de diçe xwarê. Hetanî van salên dawiyê, b itenê sê sekûyên nêrdewanê ji der ve mabûn. Li ser eniya zinarê ku tê de şikeft hatiye kolandin nivîsek heye. Li gorî baweriya mirovên li vê heremê, wateya nivîsê ev e: “tu vekî jî tu poşman î, tu venekî jî tu poşman î!” Gorî baweriya herêmê ev nivîs tê vê wateyê: di vê şikêftê de ya xizna (gencîne) zêran heye, yan jî mahrê hîşdiya (mahrê hişde serî, cinawir) heye. Kesê ku vê şikeftê veke gorî sihuda wî/wê, wê ji vana yekê derkeve. Li ser vê, têgeha “şikefta Kîkanê” ji bo raza du wateyên li dijî hev tê bikaranîn.
darhevris@hotmail.com
***
Nivîsên QATO yên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Çend gotin û peyvên kurdî
- Eyoyê Devxwar û Rojava!...


