Diyarname
Komîteya Wezîran a Konseya EWropayê (KE) di navbera 15-17'ê mehê de civîna xwe li dar xist. Komîteyê banga berdana Demîrtaşî kir.
Komîteyê 1537'emîn civîna xwe li dar xist. Di civînê de bal kişad ser doza der barê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û got ku Demirtaş û mebûsên din bêyî bi têra xwe delîl hebe hatine girtin; armanca van girtinan siyasî ye û ev yek azadiya ramanê û temsîliyeta siyasî binpê dike.
Komîteyê got ku Tirkiye divê li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere û Demîrtaşî û kesên din ên serîlêdan kirine demildest berde.
Komîteya Wezîran a KE'yê wê di civîna xwe ya berfanbara 2025'an de serîlêdanên şexsî, di civîna adara 2026'an de jî tevdîrên giştî wê nîqaş bike.


