Diyarname
Ji 34 endamên Koma Aştiyê ku ji Qendîl û Mexmûrê hat 29 ê vê sibê serbest hatin berdan. Hate gotin ku 5'ên din ewraqên wan kêm in, lewma dê hinek bêne rawestandin.
Duh êvarê saet nêzî 22.00'an dest bi girtina îfadeya endamên Koma Aştiyê hate kirin û ev xebat saet 01.30'yê şevê temam bû. Piştî çar saetên îfadeyan ji 34 endaman 29 jê serbest hatin berdan. Hate gotin ku ewraqên Elif Uludag, Huseyin İpek û Vilayet Yakut ku ji Qandîlê û Nurettin Turgut û Musa Tomak ku ji Mexmûrê hatine di ewraqên wan de kêmasî hebûye loma hatine rawestandin. Tê gotin ku piştî ewraqên wan 5 kesan temam bibin dê biryarekê bê dayîn.
Wekî nota vê sibê: Tê gotin ku dozgerî ji bo her 5'an biryara tewqîfkirinê pêşniyazî dadger dike.