Diyarname
Jeff Bezos ku avakarê malpera firoşkariyê Amazon e li ser fezayê wisa gotinek anî ziman pêşeroj dê li ser vê bê sazkirin. Bezos beşdarî konferansek bû, qala hedefên kompaniya bi navê Blue Origin kir û wisa got: "Êdî dem hatiye ku mirov ber bi Pergala Rojê ve belav bibin. Tiştê herî muhîm ku ez li ser dixebitim xeyala min e ku di pêşerojê de trîlyonek mirov li fezayê bijîn. Helbet ev hedefa min a demdirêj e, ne mimkûn e ez wan rojan bibînim."
Bezos li dinyayê kesî herî dewlemend e û dibêje ku astengiya mezin a li lêkolînên li ser fezayê ew e ku ev xebat bi maliyetên mezin tê kirin.
Jeff Bezos kî ye?
Karsaz Bekos li bajarê Albuquerque ya eyaleta New Meksîkoya DYA'yê hatiye dinê. Di sala 1986'an de li Zanîngeha Princeton perwerdehiya xwe temam kiriye ku ev zanîngeh yek ji zanîngehên bi prestîk a DYA'yê ye. Li vê zanîngenê ji Beşa Zanistên Kompîturê wekî yekemînê polê xwendina xwe temam kiriye û hi kompaniya Fitel dest bi kar kiriye. Li vir bûye cîgirê midûrê teknolojî û pêşxistina kar ê vê kompaniyê. Paşê li ofîsên New York û Londonê xebitiye. Paşê li bankeya Bankers Trust Company ku li Wall Streetê de wekî asîstanê cîgirê serokê dest bi kar kiriye.
Bezos di sala 1990'î de li kompaniya Fonê ya D.E Shaw Hedge wekî cîgerê serok dest bi kar kiriye û di sala 1993'yan de bi asîstana xwe ku li vir ew nas kiribû re zewiciye.
Li vir wî fikra Amazonê pêşkêşî kompanî kiriye lê ev fikrê wî nehatiye qebûlkirin. Li ser vê yekê îstîfa kiriye.
Jeff Bezos di 16'ê tîrmeha 1995'an de Amazon ji bo firotina pirtûkan vekiriye. Paşê ev der ji firotina pirtûkan derxistiye û kiriye navenda firotina tiştan a mezin.
Bezos di demên dawî de bala xwe daye ser tûrîzma fezayê û ji bo vê yekê kompaniya Bezos Blue Origin vekiriye. Bezos demek berê diyar kiribû ku her sal dê mîlyar dolarek hîsseyên Amazonê bifroşe û vê pereyî ji bo kompaniya Blue Origin terxan bike. Bi vê yekê jî nîşan dide ku çiqas qîmetê dide Blue Originê.


