Diyarname
Hollandayê welatên wekî Tirkiye, Rusya, Çîn û Îran ji aliyê ewlehiya sîber de wekî welatên bi rîsk bi nav kir û hişyarî da hemwelatiyên xwe. Hollandayê got ku dema hûn herin van welatan telefon û laptopên xwe bi awayê ku agahî têde nîn bin bibin, ji ber ku li van welatan ew agahiyên krîtîk têne kopîkirin.
Hollandayê ji bo brukrat û karsazên diçin van welatan jî ev hişyarî da: "Ji ber vê yekê karsaz û burokratên herin serdana van welatan heta mimkûn be bila telefon û laptopên xwe yên vala ligel xwe bibin."
Her wiha hat gotin ku Hollanda dê telefonên ku dîwarê ewlehiya wan hatine xurtkirin bidin burokratên ku diçin van welatan.