Diyarname
Zanîngeha Londonê li ser 'ka mirov bi çi dikare dilşad bibe' lêkolînek kir. Di encamê de derket holê ji meşê heta yogayê wêdetir mirovên diçin konserê xwe zêdetir dilşad hîs dikin.
Lêkolîn di rojnameya Daily Mail de hat weşandin. Li gor nûçeyê kesên 20 deqîqe yoga dikin encax sedî 10 dikevin nava rewşa dilşadî, yên ku 20 deqe li muzîkê guhdarî dikin sedî 21 dikevin nava rewşa dilşadiyê.
60 kes beşdarî lêkolînê kirin, 40 pirs ji wan hatin kirin û ew li koman hatin veqetandin. Hin çûn konsera Paloma Faith, hin şandin yogayê û ji hinan re jî gotin ku kûçikê xwe bigirin û bigerînin. Piştî van kirina carek din nirxên stres û dilşadiya wan hat pîvan. Hat dîtin ku yên ku çûne konserê dilşadtir in.
Berê jî di lêkolînan de hatibû dîtin kumuzîk hormona dilşadiyê ya di mejiyê mirovan de zêdetir dike û jiyana mirovan dirêjtir dike.