Diyarname
Piştî hewldana derbeyê ya li Tirkiyeyê hunermendên navdar ku dê konser bidana konserên xwe betal kirin.
Joan Baez: "Ez koma xwe naxim nav talûkeya li Tirkiyeyê"
Hunermenda navdar Joan Baez ku 2'yê meha pêşiya me dê li Îzmîrê mi Şanogeha Servekirî ya Kulturparkê konserek pêşkêş bikira. Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) konser organîze dikir, weqfê daxuyand ku Baez konsera xwe betal kiriye û teamşevan dikarin ji gîşeyan pereyên xwe yên bilêtan bi paş ve bigirin.
Hunermend Baez ji ser facebooka xwe li ser vê betalkirinê agahî da û got: "Hevalên min ên li Tirkiyeyê, min konserên xwe yên li Tirkiyeyê betal kirin. Gelek dem bû ku ez çûm herêmên şer, welatên xwedî rejimên dîktator in, ez çûm cihên tevliheviyên sivîl hene. Lê wekî talûkeyên ji nişke ve û mezin ên li Tirkiyeyê min li cihek din tiştên wisa dîtine yan na ez ne bawer im. Ji bo hempîşeyên xwe yên aktîvîst jî dibêjim çiqas bi biryar bin jî ez pêşniyar nakim, ez xwe, koma xwe û ekîba xwe naxim nav kabûsa ku li Tirkiyeyê bilind dibe. Ez hêvî dikim bêyî êş bê kişandin û cezayên wehşî bigirin em bi hev re stranan bistrên."
Skunk Anansie konser betal kir
Ji rêberên Brit Rock koma Skunk Anansie ku 21'ê vê mehê dê li Zorlu Permormans Sanatlari Merkezî ya li Stenbolê konser bida, konsera xwe betal kir. Wan daxuyaniyek wisa da: "Ji ber tiştên di rojên dawî de tên jiyan bi xemgînî em konsera xwe betal dikin."
Muse jî betal kir
Koma rockê ya îngilîz ku li dinyayê navdar e 26'ê mehê li Maçka Çiftlik Parka Stenbolê derketina pêşberî hezkiriyên xwe lê bi rêya facebook û twitterê ragihandin ku konsera xwe betal kirine. Wan got ku ji ber bûyerên demên dawî de tên dijîn me bi xemgînî konsera xwe betal kir, hûn dikarin bilêtên xwe bi paş ve bidin, em hêvî dikin ligel fanên xwe yên tirk demên pêş de hev bibînin.


