Diyarname
Wênesazê navdar ê ji Hollandayê Vincent Van Gogh tam 165 sal berê roja 30'ê adara 1853'yan li Zundertê hatiye dinê.
Wî bi tabloyên xwe cihek gelek muhîm girt di nav qada hunerî de. Di 29'ê tîrmeha 1890'an de hatiye dinê. Di wê jiyana xwe ya kurt de 860 jê tabloyên bi boyaxa donîn bi temamî 2100 wêne û xêzewêne çêkirine. Piraniya van jî di du salên dawiya jiyana xwe de çêkirine.
Wênesazê ku di 37 saliya xwe de întîxar kir û mir heta niha qet nehat ji bîr kirin. Ji bo 165 saliya wî par fîlmekî bi navê "Loving Vicent" (Ji Vicent Bi Hezkirin) hat kişandin. Fîlm bi ser naverok û rengên tabloyên wî re hat kişandin. Di bikaranîna vê teknîkê de 125 wênesazan kar kir ku tabloyên wî carek din xêz kirin û zindî kirin. Bi temamî 65 hezar kare hate çêkirin. Wênesazan teknîka ku Van Gogh bikar anîbû bikar anîn, tablo çêkirin û fîlm jê derxistin. Fîlm li gelek welatan ket vîzyonê û jê hat hezkirin.


