logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  4. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Sehet xweş Diljen Ronî

Xortekî kurd. Ciwan û hêja. Di heman demê de zîrek û lihevhatî. Ma ne neviyê bedirxaniyan e?

  • Dîrok: 16/02/2009
  • Beş: Serbest

Emîne Çelebî

Xortekî kurd. Ciwan û hêja. Di heman demê de zîrek û lihevhatî. Ma ne neviyê bedirxaniyan e? Ji dilê Cizîra Botan derketiye. Ew bi xeyalên xwe yên zarokiyê dijî. Kêm kes mîna wî xeyalên xwe yên zarokiyê bi cih tînin. Li alîkî ji bo gelê xwe yê bindest bijîşkî xwendiye û li cihê ku lê mezin bûye bijîşkî dike. Li aliyê din, kul, êş û keserên gelê xwe, bi muzîka xwe ya xweser, bi zimanê hunerê der dike. Ew dengê dilê evîndaran geş dike.
Dema ku me hev nas kir, di heman demê de xwîna min lê keliya. Lewre xortekî kurdewar û welatparêz… Di dema me de kêm kes mîna wî mane.
Ez behsa hunermendekî kurd dikim. Diljen Ronî, berî niha bi çend mehan albuma xwe ya yekemîn bi navê “Çend gotinên evînê”, ji Anadolu Muzîk pêşkeşî muzîkhezan kir. Min navê wî, bi awakî tesadûfî bihîstibû. Min jê roportajek xwest, dilê min neşikand. Albuma xwe diyarî min kir. Dema ku min li album guhdarî kir, ez sermest bûm. Lewre kêm kes albuma xwe ya yekemîn bi awayê profesyonelî derdixe. Hem bêhna dîrokên kevnare jê tê, hem jî caza hemdem a cîhanê. Dengê klarnet û neyê di vê albûmê de mirovan ber bi dîrokên dûr ve dikişîne. Dengê çello û keman, bi navê bêrîvanan re dibin yek û çiqas lihev tên... Di albumê de evîn bi tameke dîtir, dilê mirovan diperpitîne.
Dengên amûrên muzîka hemdem û yên gelerî ya rojhilat, di “Çend Gotinên Evînê” de bi hev re hatine hûnandin. Çello bi ney û tenbûrê re ketiye govendê. Di navberê de dengekî sivik ji nav dîroka her du çiyayên mezin Cûdî û Gebarê dertê. Hin kesên kurd ku di vî serdemî de ne gundî maye, ne jî bûye bajarvanî, dê di vê albumê de laqayî rastiya xwe bibe. Dê li alîkî axînek ji bo dîroka xwe bide û li aliyê din, ji bo ku jiyana hemdem nas kirine şad bibe.

Gulek
Dixwazim gulkê bidim te
Hêlm û bêhna wê bê te
Reng û pelên wê cuda
Ji hemû gulan

Evîndar gul û kûlîlkan
Jê dikin ji bo hezkiriyên xwe
Ji min re çi ku nikaribim
Vexwim ji şeraba lêvên te
 
Hunermend di albûma xwe de cih daye 6 stranên aîdî xwe. Strana destpêkê “Gulek” ku stranek slow e, bi peyv û muzîka xwe, diyar e, dê di nava klasîkên kurd de cihê xwe bigire. Strana bi navê “Newaya dil” bêrîvanên ku di serdema me de kêm mane, bi dengê klarnetê re bibîr tîne.
Hunermend di vê albûmê de cih daye stranên Miradê Kinê û Hişyarê Botî ku rengê muzîkên van navdaran, ahengeke dîtir daye albumê.
Albuma caz, rock û gelerî dê di dilê hunerhezan de bibe xwedî ciheke taybet.
Saeta te xweş birakê Diljen. Hêvîdar im dengê dilê te yê tenik, tu caran ji guhê kurdên muzîkhez kêm nebe.
 

eminecelebi21@hotmail.com

***

Nivîsên Emîne Çelebî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Tu dema mirina keçên kivrîtfiroş de hatî
- Li ser şîroveyên hemberî Hegel çend bersivên girîng

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

news
  • 04 05 2026

Berhema nû ya Banksy dixwaze çi bêje?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Swêd hişyarî da: Neçin van bajarên Tirkiyeyê

ad

Bayernê dest avêt bêrîkê û Kane bir Almanyayê

ad

Egîtîm-Sen: Bila astengiyên li pêşiya zimanê zikmakî bêne rakirin

ad

Jina Apê Feqî Rabia Sagniç di qezayekê de wefat kir

ad

Arjantînê hakêm guhart!

ad

Apo, hucre, aştî...

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname