Stenbol
Serokê Estîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, bertek nîşanî gotina Serokê YOK'ê Yusuf Ziya Ozcan ya wekî "Ji bo ku zimanê kurdî pêş bikeve lazim e beşekî xurt ya wêje û zimê tirkî, erebî û farisî hebe" da. Tan, diyar kir ku Ozcan bi van gotinan heqaretê li kurdî û kurdan dike. Tan, anî ziman ku ji bo kurdî pêşve biçe tenê beşên kurdolojiyê têrê nakin û divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Serokê Estîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, bertek nîşanî nirxandinên Serokê YOK'ê Yusuf Ziya Ozcan, yên têkîldarê ziman û wêjeya kurdî da. Tan, anî ziman ku gotinên Ozcan berdewama siyaseta înkar û tunekirinê ye û YOK bixwaze jî nikare xwe biguherîne. Tan, gotinên Ozcan wiha nirxand: "Gotinên Serokê YOK'ê ji zanistinê dûr in. Ez hinek gotinên wî wekî heqaret dibînim. Hem heqaret li kurdan hem jî li zimanê kurdan kiriye. Em vê yekê şermezar dikin."
'Pêşveçûna kurdî pêşveçina tirkî asteng nake'
Tan, destnîşan kir ku pirsgirêk careke din hatiye "kart kurtê" û wiha berdewam kir: "Pêşveçûna kurdî tu astengan nade tirkî û pêşveçûna tirkî jî asteng nake. Lewre tu têkîliya kurdî û tirkî bi hev re tune ye. Li gorî rexneyan kurdî sedî 60 farisî ye. Ev mantiqekî şaş e. Kurdî zimanekî resen e. Zimanê farisî jî resen e. Lewre jî her du ziman nêzî hev in û bi hev ve girêdayîne. Zimanên wekî hev hene, lê zimanên cuda ne. Kurdî ji zimanê farisî cuda ye û ji farisî jî çênebûye. Mantiqekî wisa tune ye." Tan, da zanîn he jî zanîngeh bi polîtîkayên kart û kurtê esas digirin û bi vê helwestê zanîngeh ji zanistiyê dûr in.
'Ji bo kurdî tenê vekîrina kursiyekê têrê nake'
Li ser mijarê Tan, bilêv kir ku pirsgirêka kurdî tenê bi beşa kurdolojiyê çareser nabe û wiha berdewam kir: "Divê ev pergale û ev têgihîn bê guhartin. Em dixwazin kurdî di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê û li herêma kurdan bibe zimanê fermî. Pirsgirêk ne tenê li zanîngehan vekirina bêşên kurdolojî ye. Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, ev yek gelek girîng e. Zarokên kurdan zimanê xwe hîn nabin tên asîmle kirin. Divê zanîngehên li Tirkiyeyê dest ji polîtîkayên înkar û tunebûnê berdin. Divê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê qebûl kirin.
Serokê YOK'ê Yusuz Ozcan di paneleke ku beşdar bûbû de îdîa kiribû ku ji bo vekirina beşa kurdî pêşî pêdivî bi vekirina beşên xurt ên farisî, erebî û tirkî hene. Ozcan îdîa kiribû ku kurdî ji farisî, erebî û tirkî pêk tê.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin