Diyarname
Hejmara nû ya kovara W'yê derket. Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser helbestvanê navdar Cegerxwîn amade kiriye.
Kovara W ku du meha carekê bi kurdî derdikeve bi hejmara xwe ya 28'an a rezber-kewçêrê derket pêşberî xwendevanên xwe.
Helbestvanê navdar ê kurd Cegerxwîn di meha rezberê de jiyana xwe ji dest da. Kovar ku di her hejmarê de dosyayeke amade dike di vê hejmara xwe ya nû ku rastî meha wefata Cegerxwîn hatiye, dosyaya xwe li ser wî amade kiriye.
Di dosyayê de Arjen Arî "Di şiîra Cegerxwîn de sedema kurdînivîsînê", Mem Bawer "Best helbest û şoreş", Derwêşê Xalib "Kurtejînenîgariya Cegerxwîn", Têmûrê Xelîl "Hevdîtina min û Cegerxwîn", Îkram Balekanî "Jin li ba Cegerxwîn", Remezan Alan "Du halên helbesta Cegerxwîn", Rezayê Osê "Temaya helbestên Cegerxwîn", Feratê Dengizî "Ez dilgêşê can im", Tosinê Reşîd "Cegerxwîn û Qanatê Kurdo" û Xalis Misewer jî "Romansiyet di helbesta Cegerxwîn de" nivîsandiye.
Kovar ku bi vê dosyayê kiriye ku balê bikişîne hin aliyên helbestvanê navdar, di hejmara bê de jî dê dîsa li ser helbesvanekî kurd dosyayê amade bike lê vê carê dê li ser Feqiyê Teyran dosyayê amade bike. Kesên ku bixwazin dikarin ji niha de nivîsên xwe yên li ser Feqiyê Teyran ji amadekarên kovarê re bişînin.
Her wiha ji bilî dosyayê nivîs, çîrok, hevpeyvîn, helbestên cur bi cur jî di kovarê de li benda xwendevanên xwe ne.