Diyarname
Pênc kurtefîlmên ku di pêşbaziya Komeleya Rexnegirên Sînemayê (Siyad) de bi ser ketibûn roja 21'ê vê mehê li Sînemaya Beyogluyê têne nîşandayîn.
Siyad her sal fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlman dinirxîne, ji nav wan 5 heban derdixe fînalê û paşê ji nav wan jî bi dengdayînê yekê jê xelat dike. Niha ji nav van beşan, ji beşa kurtefîlman 5 kurtefîlmên ku bûbûn fînalîst bi çalakiyek taybet têne nîşandayîn.
Berî nîşandayînê dê gotûbêj li dar bikeve û paşê ew bêne nîşandayîn.
Di nav fînalîstan de kurtefîlmên "Hastabakici" (derhêner Soner Sert), "Hinterlant" (derhêner Sinan Kesova), "Kotu Kiz" (Derhêner Ayce Kartal), "Sirayet" (Derhêner Nur Cihan Ozdogan) û "Toprak" (derhêner Alican Durbaş) hene. Çalakî 21'ê vê mehê saet 11'an de li Salona Sînemayê ya Beyogluyê ku li Beyogluya Stenbolê de dê li dar bikeve.
***
REKLAM:
www.bizebiletal.com