Diyarname
Komek hunermend îro çûn gundê Ceylan Onkolu 12 salî ya ku hate kuştin. Hunermend Ceylan bibîr anî û li ber gora wê dar çinî.
Di 28'ê rezbera 2009'an de li goma Paşaçiya ya licê Ceylan Onkul bi guleyeke ku hatibû avêtin de hat kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî derketine bûyerê bi 15 rojan raporeke weşand û îdîa kir ku di encama teqîna bombe avêjê 40 mîlîmetreyî de Ceylan Onkul jiyana xwe ji dest daye. Li gor serdozgeriyê Onkul bi cureyeke dasê ya di destê xwe de li wê guleyê ku berê hatiye avêtin lê neteqeyiya ye daye û di encama teqîna wê de Onkul miriye. Lê îdîaya malbata Ceylanê û gundiyan ne wisa ye.
Îro ji bo serxweşiyê hunermend İlkay Akkaya, Lale Mansur, Cengiz Algan, Hale Akay, Ebru Çevikli, Mehmet Demir, Yasemin Goksu, Yildiz Onen, Zeynep Tanbay jî di nav de komek hunermend çûn goma Paşaçiya. Hunermend serxweşî da diya Ceylan Onkul Saliha û bavê wê Raif Onkul.
Hunermend Lale Mansur ji bo diya Ceylanê Saliha Onkul wisa got: "Tu dibêji 'Ceylana min mir, bila Ceylanên din nemirin.' Di vî warî de ez heyranê te me. Ger keça min bihata kuştin minê bikaribiya vê gotinê bigote yan na ez nizanim. Ez şerm dikim ku li vî welatî dijîm. Ger dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin bila ji vê derê dest pê bikin."
Hunermend Zeynep Tanbay jî got ku ji bo nîşan bidin li hemberî bûyerê ew ne bêdeng in hatine vê derê û ev yek lê zêde kir: "Malbat ji me re çi bibêje em bi wê bawer in. Em daxuyaniyên ku Ceylan bi awayekî din hatiye kuştin qebûl nakin. Em şerm dikin, xwe sûcdar dibînin. Em naxwazin bi daxuyaniyên ku hatine kirin me bixin cihê ehmeqan."
Birê Ceylan Onkul Rifat Onkul jî tiştên ku rapora serdozgeriyê dibêje wekî derew nişan da û got: "Em dixwazin bûyer zelal bibe û berpirs bêne cezakirin."
Piştî axaftinan hunermerd çûn ser gora Ceylan Onkul, berkoleyeke texteyîn ku li ser "Ceylana me dilê me parçe parçe ye" nivîsandî daçikandin û dûre jî dar çikandin
ÎHD: Ceylan bi bombe avêjê nehatiye kuştin
Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxa Amedê Muharrem Erbey jî li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ew ne di wê baweriyê de ne ku Onkul bi lêdana bombe avêj hatiye kuştin.
Erbey di daxuyaniya xwe de got ku Onkul dema 200 metre li dûrî mala xwe sewalên xwe diçêrandin bi guleberdanekê de hatiye kuştin.
Erbey got ku ji ber malbat bi çekan nizane gotiye bi hawarê hatiye kuştin û diyar kir ku rapora krîmînal a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ne objektîf e. Erbey her wiha diyar kir ku dema dosya bigihîje ber destê Serdozgeriya Komarê ya Amedê wekî parêzerên ÎHD'ê û parêzerên malbatê ewê îtîrazê dosyeyê bikin.


