NAVENDA NÛÇEYAN
Ji bo 21’ê Reşemî Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li gelek bajarên rojavayê Kurdistanê meş lidar xistin. SZK’ê roja zimên li hemû gelan pîroz kir. Her wiha hemû pêkhateyên Rojava beşdarî van meşan bûn.
GIRKÊ LEGÊ
Bi boneya 21’ê Reşemî Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, SZK’ê (Saziya Zimanê Kurdî) li bajarê Girkê Legê bi beşdariya sedan ji xwendekaran ên hemû pêkhateyên herêmê meşek lidar xist. Meş ji Meydana Şehîda Xebat Dêrik a bajêr dest pê kir. Di meşê de pankatên bi nivîsên “Zimanê Dayîkê û Perwerdekirina azad misogeriya netewa demokratîk e, ziman nasnameya gelan e, ziman rêbaza bingehîn a têkliyên di navbera gelan de ye û ziman rihê gel û netewa ku pê diaxive ye.” Hatin rakirin. Her wiha di meşê de durişmên bi jiyana zimanan ên wekî “jiyan bê ziman nabe” hatin gotin.
Meş di nava kolanên bajêr re geriya û li navenda bajêr rawestiya. Li vir gelek axaftin li ser navê Saziya Zimanê Kurdî, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star û li ser navê pêkhateya erebên herêmê hatin kirin. Di axaftinan de roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li hemû gelan hate pîrozkirin û hate diyar kirin ku pêwîste ji bo zimanê zikmakî were parastin xebat were zêdekirin.
DÊRİK
Li bajarê Dêrikê jî bi heman armancê meşek ji Meydana Azadî ya bajêr bi beşdariya sedan ji xwendekar û welatiyên bajêr hate lidar xistin. Di vê meşê de jî durişmên wekî “jiyan bê ziman nabe” hatin gotin. Her wiha pankartên bi nivîsên “pirbûna zimanên dayîkê demokratiya nîşana demokratiya rast e û zimanê me yê dayîkê nasnameya me ye.” Hatin rakirin.
Girseyê berê xwe dan bazara navendî ya bajêr. Li vir piştî rêzgirtinê, daxuyaniya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a bajarê Dêrikê hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, roja parastina zimanê dayîkê ye û roja berxwedana li hemberî desthilatdaran e.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Gelê Kurd bi sedan salan ji bo zimanê xwe biparêze berxwedaneke bê hempa daye meşandin û gelek cangorî li ser vê riyê dane. Bi taybet di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û ji bo parastina zimanê dayîkê em dêndarê şehîdan in.”
Di dawiya daxuyaniyê de SZK’ê roja Zimanê Dayîkê li hemû gelan bi taybet gelê Kurd pîroz kir.
AMÛDÊ
Li bajarê Amûdê bi hezaran xwendekar di nav de mamosteyên zimanê kurdî li Meydana Şehîd Cîhad Dêrik a bajêr ji bo pîrozbahiyên roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê kom bûn.
Li vir girse ji Meydana Şehîd Cîhad Dêrik ber xwe dan bazara navendî ya bajêr û pankartên bi nivîsên “Ziman nasnameya civakan e, ez dixwazim bi zimanê xwe fêr bibim û zimanê dayîkê kaniya hezkirinê ye.” Hatin rakirin. Di meşê de her wiha alên kurdî yên wekî SZK’ê, TEV-DEM’ê û YPG’ê hatin bilind kirin.
Girseyê meşa xwe heta ku gihîştin pêşiya Navenda Perwerdeya Zimanê Kurdî ya Reşîd Kurd berdewam kirin. Li vir Endama SZK’ê Rojîn Şiwîş derbarê rola ziman di dîroka civakan de axivî û diyar kir ku civaka nizane bi zimanê xwe bixwîne û binivîse hebûna wê jî tune ye.
Rojîn Şiwîş di axaftina xwe de got ku ji destpêka şoreş Sûriyê ve welatiyê Rojavayê Kurdistanê bi du şoreşan rabûn, şoreşek ji bo azadiyê û ya din jî ji bo zimên bû.
Meş bi duşmên vejîna zimanê kurdî bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê jî bi sedan xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajêr kom bûn. li vir girse ji bo pîrozkirina roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê meşiya û piştî li nava kolanên bajêr geriya, li Meydana Şehîdan kom bûn.
Di meşê de durişmên vejîna zimanê dayîkê hatin gotin û pankartên wekî zimanê dayîkê nasnameya gelan e bi zimanê Kurdî, Suryanî û Erebî hatin rakirin.
Girse li Meydana Şehîdan rawestî û li vir Serokê Meclîsa Gel a bajêr Nuiman Erebo li ser navê Tevger Civaka Demokratîk (TEV-DEM) axivî û roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz kir. Erebo di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo parastina zimanê dayîk pêwîstî bi xebateke mezin heye. Her wiha Endama Saziya Zimanê Kurdî Mehabad Roj daxuyaniya Saziyê xwe û roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz kir.
Meş bi durişmên vejîna zimanê dayîkê bi dawî bû.
QAMIŞLO
Li bajarê Qamişlo jî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) meşek organîze kir. Meş bi beşdariya hezaran ji xwendekar û welatiyan ji çerxeriya taxa Enteriyê ya bajêr dest pê kir. Girse ji vir heta goristana Şehîda Delîl Sarûxan meşiya.
Di meşê de girseyê pankartên bi nivîsên “Zimanê dayîkê û perwerdeya azad misogeriya netewa demokratîk e, em roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li Rojavayê Kurdistanê û cîhanê pîroz dikin, SZK’ê nûnertiya min dike û kurdî, erebî û suryanî zimanên Rojavayê Kurdistanê ne.” Hatin rakirin. Di meşê de her wiha wêneyên “Celadet Bedirxan, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran,Eyşe Şan û Osman Seberî” li gel alên kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin.
Piştî ku girse gihîşte goristana Şehîd Delîl Sarûxan, li vir li ser navê Saziya Zimanê Kurdî Mihemed Hisên axivî û roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê li hemû gelên cîhanê û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.
Piştre Endama Kordînasyona Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê Nesrîn Doko axivî. Doko di axaftina xwe de bang li her kesî kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin, ji ber ku ew nûnerê bingehîn ê hemû pêkhateyên herêmê ye.
KOBANÊ
Li bajarê Kobanê jî bi hezaran xwendekar, mamoste û welatî li Meydana Azadî ya bajêr kom bûn. girseyê ji bo pîrozkirina roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê meşek lidar xistin. Di meşa bajarê Kobanê de jî pankartên bi nivîsên “şoreşa Rojava dê bi şoreşa zimên bi ser bikeve, bi ziman dayîkê û perwerdeya azad netewa demokratîk ava dibe, xweseriya demokratîk bi zimanê dayîkê jiyan dibe, zimanê kurdî zimanê me yê zikmakî ye û ziman hebûn û rûmeta me ye.” Hatin rakirin.
Girse piştî ku gihîşte Meydama Şaredariyê ya nêzî Saziya Zimanê Kurdî û piştî rêzgirtinê, li ser navê SZK’ê Sewriyê Kurdî axivî. Kurdî di axaftina xwe de diyar kir ku çiqas gel bi zimanê xwe yê zikmakî ve were girêdan ewqas komployên li dijî pişaftina zimên vala tên derxistin.
Meş bi durişmeyên vejîna zimên bi dawî bû.
TIL TEMIR
Li bajarê Til Temir jî bi heman armancê bi sedan ji xwendekaran ên hemû pêkhateyên bajêr li Meydana Azadî ya bajêr kom bûn. li vir girseyê meşek lidar xist û berê xwe dane Navenda Şehîd Şînda ya Zimanê Kurdî. Di meşê de pankartên bi nivîsên vejîna zimên û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û durişmeyên vejîna zimên qîriyan.
Piştî ku girse gihîşte pêşiya Navenda Şehîd Şînda ya Zimanê Kurdî, li vir Endama Saziya Zimanê Kurdî Ahîn Hesen axivî û diyar kir ku pêwîste piştgirya zimanê kurdî û suryanî li herêmê were kirin.
Her wiha li ser navê Partiya Demokratiya Kurd a Sûriyê Îsmaîl Hec Ferhan û li ser nav Yekîtiya Mamoteyên Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs axivîn. Herduyan di axaftinên xwe de diyar kirin gotin ji ber ku zimanê dayîkê nasnameya gelan e, divê bi hemû derfetan piştgiriya zimanê dayîkê were kirin.
Meş bi durşmeyan bi dawî bû.
***
Nûçeya eleqedar:
- Bakur ji bo ziman li ser piya bû



