Diyarname
Ji ber ku dadgehê bloke danî ser pereyên ku HDP’ê dê ji xezîneyê bigirta, HDP’ê jî kampanyaya bi navê ‘Xezîneya me gelê me ye’ da dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de xelk piştgiriya aborî dide HDP’ê ku ev pere dê di hilbijartinê de bê bikaranîn. Dengek jî ji Şanoya Bajêr a Amedê hat.
Şanoyê got ku roja 5’ê reşemiyê pereyên ku ji lîstika “Dek û Dolabên Scapen” bêne girtin dê bidin vê kampanyayê.
Şanoya Bajêr a Amedê di meha reşemiyê de jî lîstikên xwe li sehneya xwe pêşkêş bike.
Ji bo bernameya Şanoya Bajêr û kirîna bilêtan: