Diyarname
Hêdî hêdî li Bakur çalakiyên pîrozkirina Newrozê dest pê dikin lê pêre jî hin cihan tê qedexekirin.
HDP, DBP û KCD çalakiyên Newrozê organîze dikin. 17'ê mehê li Farqînê dê dest pê bike û pêre pêre heta 21'ê mehê dê bi dehan cihan Newroz bê pîrozkirin. Lê ji niha de li du cihan Newroz hat qedexekirin.
Li Dêrika Mêrdînê dê 18'ê mehê Newroz bihata pîrozkirin lê Qeymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas ku wekî kayûm hatibû ser şaredarî jî çalakiya Newrozê qedexe kir. Qeymeqam gotiye ku çalakiya şaredarî heye ne hewceyê yeka din e jî û Newroz qedexe kiriye.
Li Erxeniya Amedê jî serîledana pîrozbahiya Newrozê bi îdîaya "ewlehiya raya giştî" serîlêdan hat redkirin û Newroz hat qedexekirin.
Ev nûçe ji DHA û MA'yê hatiye berhevkirin
**
Nûçeya Eleqedar:
- Vaye bajar bi bajar bernameya Newrozê