Diyarname
Hunermend Bulent Ersoy xwedî dengek taybet e. Li Tirkiyeyê di warê muzîkê de jî xwedî cihek taybet e. Û niha biryar hat dayîn ku dê fîlmekî li ser jiyana wê bê kişandin.
Ersoy kişandina fîlmê li ser jiyana wê erê kir û bi ser hesabê xwe yê tora civakî re ev eşkere kir. Menajerê wê Haluk Şenturk û sazkara fîlmê “Bergen” Mine Şengoz hatin ba hev û ji bo fîlm metin îmze kirin.
Plan ew e ku di rojên pêş de kesên di fîlm de cih bigirin bêne eşkerekirin û dest bi kişandina fîlm bê kirin.