Balint Szlanko*
Di demen dawî de kurdên Sûriyeyê di rojevê de ne. Bi şerên bi bandor a li hemberî komên têkildarê El Qaîde û hêzên serhidêr re li bakurê Sûriyeyê bi awayeke fiîlî dewleta xwe ya piçûk ava kirin. Der heqê serkeftina wan de tespîtên min wisa ne:
1.Sazbûna yekîtiya ferman-fermandariyê: Li gor hêzên serhidêrên din hêza çekdarî a kurdan Yekîneyên Parastina Gel ango YPG, tenê di bin fermandariyekê de ye. Ev saziya fermandariyê kordînasyona mirov û alavên ku tevahiya eniyê ku dotira 200 km’yê de ye pêk tîne. Dijberên wan a serhildêrên ereb ku ji Dewleta Îslamî a Iraq- Şam, Eniya Nusra, Eniya Îslamî a Kurd, Tûgayên Tewhîd û Arteşa Azad a Sûriye pêk tê, di nav xwe de parçeyê şeş beşên cuda bûne û kordînasyona wan pir lawaz e. Ji wê wedatir li hin ciyan bi hev re şer dikin.
2.Jêhatîbûna taqtîka bilind û dîsîplîn: Fermandarên YPG’ê ji rojnamegerên şer ên wekî min re di der heqê operasyonên xwe de pir kêm agahî didin; ji ber vê yeke jî rastkirina vê tespîtê min hinekî zehmet e. Lê li gor çavdêriya min, kozik û cihên kontrolê yên YPG’ê baş hatine kolandin, ev der bi çekên giran û nîşangerên dijwar têne parastin. Li bendên qontrolê dewsa betonê bi tûrên qûmên yaliya parastina wan kêm, lê ji betonê siviktir û ji wê hêsantir tên bar kirin, hatine çêkirin. Ji yaliyê din ve jî tê texmîn kirin ku YPG ji PKK’yê perwerdehî digire ku PKK bi dehan salan e, bi şerkirina dewleta Tirk re bûye xwedî tecrubeyeke mezin e. Li bajarokekê ku din bin kontrola YPG’yê de bû ez rastî perwerdekarekî/ PKK’yî hatim, bi xwe ji min re got ku ew perwerdeya taktîkên şer dide şervanên YPG’yê.
3. Piştgiriya gel: Em nikarin bibêjin berpirsyarên siyasî ya YPG’ê PYD ji aliyê hemû kurdan ve tê pejirandin. Lê ev rastî jî nayê înkar kirin, ew yekane hêz e ku gund û bajarên kurdan ji hêzên radîkal ên îslamî diparêze. Ev destek ne tene kurdan, ereb û xiristiyanan jî diigire nav xwe. Heremên kurdan bi wêneyên şehîdên YPG’yîyan ve tije ne û cenazeyên wan bi gelemperî vedigerin xwepêşendanên mezin. Em vê rewşê bi rewşên komên dijminan re bidin berhev: Gel ji hîn komên serhildêr ditirsin an jî ji wan nefret dikin. Sedemeke vê yekê ev kom bi xwe re pirsgirekên ewlehiyê anîne, sedemeke din nehiqûqî û zextên wan e.
4.Bîrdoziyeke xort: YPG xwedî bîrdoziyeke laîk û nijadperest e û bi vê rewşa xwe girseyan bi awayekî dîrokî tevdigerîne û tev li şer dike. Li heremê nijadperestiya kurdîtî xurt e û li gor bîrdoziyên îslama polîtîk hîn zêdetir tê pêjirandin. Sedemeke din a xurtbûna bîrdoziya kurdan ew e ku tu kesî li der ve nahêle: Têkîliya bi kêm-netewên wekî erebên sunî û erebên xiristiyan re bi bandora dijminê hevpar re, gelemperî baş e. Nijadperestî dibe ku bi hêsanî bibe dijminahiyeke paronayak a biyaniyan lê heya niha nîşaneyeke wisa nîn e.
5.Qet nebe jî pergaleke polîtîkaya vekirî: Pirî caran PYD bi zexta reqibên xwe ve tê tewanbar kirin û hîn delil hene ku ev gotineke rast e. Li hemberî vê yekê herêma otonom a kurdan îqtîdara xwe bi reqibên xwe re parve dike û ev yek jî li Sûriyeyê reveberiya herêmî vekiriye. Li rêveberiya demî de li gel kurdan xiristiyanan jî rol girtiye. Ev nêzikahî li gor rejima zordest a Sûriye û qaosa ku li heremên di bin qontrola hêzên îslamî de ne reveberiya kurd bi hêz dike.
6. Rêya bejahiyeke baş: Erdnîgariya herêma otonom a kurdan gelek fireh e û li hîn cihan tenê çend kîlometr e û em dikarin bibêjin ku ev yek jî bêsiûdiyek e. Lê nik vê yekê hin awantajên vê erdnîgariyê jî hene lewre herêm xwediyê du rêyên aswaltkirî ye ku heremê seranser dibire. Şervan û alavên şer pir hêsan radigîhe çeperên şer. Di nav rojê de mûmkûn e ji seriyekê herêma otonom bigihîjin seriyeke din.
7.Çavkaniyên benzîn û mazotê: Herêma Hesekiyê xwediyê sedî şêstê neftên Sûriye ye ku Suriye jî di vî warî de xwedî çavkaniyeke kêm e. Giştikên wan di destên kurdan de nîn e û pirê bîrên nefte jî vê gavê naşoxilin. Lê dîsa jî ya heyî ji bo bikaranîna maşînên YPG’yê çavkaniyeke ewlehî ye.
8.Eniyekê Ewlehî: Kurdan heya niha bi hêzên dewletê re şer nekirin, di vî warî de ew bi ser ketî ne. Bi saya vê yeke jî, ji êrîşên hewayî û tehtîdên bombebaranê dûr man. Li Sûriyeyê pirê gund , bajar û bajarokên ku di bin qontrola hêzên îslamî de ne di bin tengasiya xwarin û ceyranê de rewşeke wesle wesle de ne. Her çiqas ev tengasî gelen sîvîl di bin bandora xwe de bihêle jî, jiyaliyê din ve şerkirinê jî zehmetir dike. Ev rewş di heman demê de dibe sedema rişwet û nehiqûqiyan jî; Kurd heya niya ji vê yeke dûr sekinîne.
9.Stratejiyeke biaqilane: Li paş faqtorên ku min li jor jimartin, stratejiyeke zexm heye. Hedefeke kurdan a basît û baş hatiye terîf kirin heye –herêma xwe parastin û rêvebirin. Ji bo kudi vî warî de bi ser bikevin li ser çend hedefên bingehîn disekinin: avakirina hêzeke leşkerî ya baş organîzebûyî, dûrxistina Artêşa Azad û komên xwînrij a îslamî ji heêema xwe û bi rejîma Sûriyê re ku vê gav be jî ne tehtîd e, şer nekirin. Li gel van tiştan ew li herema xwe rê nedan şêlandin û terore.
Ligel van hemû tiştan jî karê kurdan hîn zehmet dixuye. Ji çar alî ve di bin ambargoyê de ne: Tixûbên Tirkiye û Kurdistana Iraqê girtî ye û wisa dixuye ku heya lihevhatineke polîtîk jî wê girtî bimînin. Ev rewş rê li tengasiyên cidî a aborî û leşkerî vedike. Baş nayê zanîn ku YPG çekên xwe ji ku re tîne lê hûn ji kîjan aliyê binêrin di rewşeke wisa de bûyîn tişteke baş nîn e. Ji ber vê yekê bidestxistina deriyê sînor ê Yarûbiyeyê(Nota Wergerê. Qala Deriyê Til Koçer dike) serkeftineke mezin e, lewre cara yekem e ku bi dewletekê nedijmin re têkiliyeke erdnîgarî pêk anîn.
Her çiqas êrîşên rejima Sûriyê bala serhildêran ber bi rojavayê ve kişandindibe jî kurd bi dijminekê ku çavkaniya wî fireh û bibiryar (arast fanatik) re rû bi rû ne. Heya niha sedema têkiliya rejima Sûriye û kurdan dijminê wan ê hevpar bû. Sûriye hê jî dewletek e ku li nav herêma kurdan xwedî balafirgeh û baregeha topê ye; ger ev têkiliya lawaz xira bibe wê li herema kurdan xirecir derkeve.
* Balint Szlanko rojnamegerekî azad e û ji destpêka sala 2012’yan ve li Sûriyê nûçeyan çêdike. Ev nivîs ji aliyê wî ve bi îngilîzî hatiye nivîsîn (16.12.2013). Joshua Landis ku li Beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Oklohama Doçent e, ev nivîs roja 17’ê vê mehê di Bloga Sriya Comment de weşandiye.
Werger: Rûşen Aslan
Ji bo kesên bixwazin li îngiliziya nivîsê binêrin:
http://www.joshualandis.com/blog/syrias-kurds-beating-al-qaeda-balint-szlanko/


