Diyarname
Rojnameya Tarafê ku 1 YTL'yî dest bi weşana xwe kiribû û bûbû rojnameya herî buha îro sedî 60 buhaya xwe erzan kir.
Îro 114'emîn hejmara rojanameya rojane Tarafê derket. Taraf bi îdîaya serbixwebûnê û ji bo vê yekê jî ji bo pişta xwe nede ciheke bi buhaya 1 YTL'yî derket. Bi vê buhayê Taraf, rojnameya herî buha ya Tirkiyeyê bû. Lê rojnameyê îro di carekê de sedî 60 buhaya xwe daxist û îro bi 40 Ykr'yî hat firotin.
Ji bo vê yekê rojnameyê wisa got: "Bi 1 YTL'yî herî zêde me karî 20 hezar tîrajî bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev rojname bigihîje ber destê girsiyeke mezin. Bi vê buhayê emê zehmetî bikişînin lê herhal dê kêfa we bê ku ji zûde ye hûn vê yekê dixwazin."
Rojnameya Tarafê di 15'ê sermaweza 2007'an de bi diruşma "Fikirîn alîgirtin e" di bin gerînendetiya weşanê ya Ahmet Altan û Alev Er de dest bi weşanê kiribû.