Diyarname
Bi navê "Antolojiya Nivîskarên Jinên Kurd" pirtûkek ji aliyê nivîskar Rojbîn Ozkan ve hat amadekirin û pirtûk ji Weşanên Nûbiharê derket.
Rojbîn Ozkan heta niha 4 pirtûk derxistibûn û niha bi antolojiyê li pêşberî xwendevanan e. Di Antolojîyê de navên nivîskarên jin ên her çar parçeyên Kurdistanê cih digrin. Ligel van agahiyên li ser jinên nivîskar ên kurd ên li Ermenistan û Kafkasyayê jî cih digirin. Tam bi temamî 210 portre hene.
Ozkan li ser pirtûka ku amade kiriye kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje: "Ev xeyala min a 12 salan bû ku ez difikirîm berhemeke wiha amade bikim."
Pirtûkên Rojbîn Ozkan ên heta niha derketine:
- Zarokên Heskifê, çîrok, Nûbihar, 2012
- Stêrkên Behiştê, lêkolîn, Nûbihar, 2014
- Serê bajarekî çîrokek, çîrok, Lorya, 2019
- Qenewîç, çîrok, Nûbihar, 2021
- Antilojîya nivîskarên jin, lêkolîn-biyografî, Nûbihar, 2024


