Ahmet ALTAN
Carinan bi min wekî ku gelek mirovên baqil hebin. Mirovên baqil, pirsgirêkên ku di nav çarçoveyên de hatine xêzkirin, hewl didin ku dîsa bi mayîna di nav çarçoveyê de çareser bikin.
Ez dînekî /ê dixwazim, dînekî/ê ku ya di nav çarçoveyê de çareser bike ne, çarçoveyê biguhêrîne.
Ji ber ku dîn guh nadin çarçoveyan.
Bi mayîna di nav çarçoveyê de pirsgirêk çareser nabin ma?
Bêguman çareser dibin, lê bi piranî tu wê çareser nakî, dem wê çarçoveyê kevn dike, dihelîne, ji holê radike; ligel çarçoveya ku ji holê hatiye rakirin, pirsgirêkên di nav wê de jî, ji holê radibin.
Bi vî awayî pirsgirêk jî wê hatibin çareserkirin.
Pirsgirêkeke ku bi awayê “aqilmendiyeke” wisa were çareserkirin, tê wateya êş kişandina ya bi mîlyonan însanan a demeke dirêj.
Ji min re dînekî/a ku bibêje “bira ev çarçove şaş e” divê.
Ji ber ku çarçove şaş e bira. Heke ew çarçove rast bûya, ev pêncî sal e heman pirsgirêk derdiket ma.
Pêncî sal e hemû pirsgirêkên ku hene li cihê xwe ne.
Pirsgirêka Kurd, Pirsgirêka Ermen, Pirsgirêka Kibris…
Dema ku ez zarok bûm mitîng dihatin li dar xistin, hemwelatiyên me yên netewehez diqîriyan, digotin “Kibris Tirk e, wê Tirk bimîne ”.
Kibris ne tirk bû, wê nikaribûya wekî tirk jî bima, lê çarçove wisa hatibû xêzkirin û gotina berevajiya vê yekê wekî îxanet dihat hesibandin.
Em bi salan qîrîn çi bû?
Dema ez ciwan bûm afîş dihatin daliqandin digotin “hemwelatiyo bi tirkî biaxive”.
Wê kîjan hemwelatî bi tirkî biaxive, ma hemwelatiyê ku li mezraya Celemêrgê dijîn?
Dibê, bila biaxive, lê “ hemwelatî” bi tirkî nizane.
Wê niha çi be?
Berdêla hewldana bi zorê ya axaftandina hemwelatiyê ku bi tirkî nizane û ne tirk e jî, çil hezar mirî ye.
Slogana demên dawî ya herî favorî “Ermeniyan jî em kuştin.”
Ermenî kî bû, “em” kî bûn?
Em her du jî hemwelatiyên heman împaratoriyê bûn, lê hinek li wan hemwelatiyan “em” bûn, jê hinek jî ermenî.
Me hemwelatî û dewlet wekî ku hêz û rewşa wan wekhev bin dida hemberî hev, piştre jî “em” dibûn dewlet.
Heke ku dewlet em bin û ermeniyên ku hemwelatiyên me ne jî, ku nikaribin bikevin nava wê “em” ê, wê di dawiyê de hinek jê bimirin.
Û Heke hûn di sala 2010’an de, ji ber pirsgirêka ermeniyan, ji cîhanê bixeyidin, hûnê sefîrên xwe yek bi yek bikşînin Enqereyê û xwe bixwe bixwe qels bikin.
Ev pêncî sal in mirovên “baqil” welêt bi rê ve dibin, ji ber ku gelekî baqilin jî, qet nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin.
Ji ber ku hûn bi mayîna di nav çarçoveyên hatî sînorkirî de nikarin çareser bikin.
Ew çarçove şaş hatine xêzkirin.
Ji min re dînek divê.
Dînekî/eke ku çarçoveyê biguhêre.
Hewcedarî bi yekî/ a ku bibêje “ dibe ku hemwelatî sûc bike, lê nabe ku dewlet sûc bike ” heye, heke ermen sûc bikin, tuyê derdest bikî, heke ermenan mirov kuştibin tuyê bidarizînî, lê heke “ku tu dewletî” nabe tu wan bikujî, heke ku tu dewletî, nabe ku tu sûc bikî.
Hemwelatiyê ku sûc dike “dewlet” dê wî bidarizîne, dewleta ku sûc dike dê“ Cîhan” bidarizîne.
Îro a ku di Pirsgirêka Ermenan de tê serê me ev e.
“A ku me li cîhanê bi tenê dihêle, bibêjî “Ermenan sûc kir” û nîşandana helwesta xweşbinî ya sûckirina dewletê ye.
Jixwe vê bîrûbaweriyê li hember kurdan JÎTEM ava kir, di nav dewletê de çete çêkir û li kolanan ji paş stûyê wan ve li kurdan xist.
Ev çarçove dibêje ku “em dewlet in, hemwelatiyên kurd û hemwelatiyên ermen jî neyarê me ne, heke ew sûc bikin, em ê jî bikin, ji ber ku em dewlet in jî, em ê hîn zêde bikin”.
Di nav vê çarçoveyê de pirsgirêk çareser nabin.
Mirovên baqil bi feraseta “eman em çarçoveyê xera nekin û em ê di nav çarçoveyê de hêdî hêdî çareseriyê bibînin tevdigerin.
Çarçove şaş e, çareseriya çi?
Ên baqil nikarin vê çarçoveyê biguhêrînin û pirsgirêkan çareser bikin.
Ji min re dînek divê.
Serê sibê gava ku ez dihatim min dît ku giyaşîrînan kulîlk vedane, pêncî sal in ku vedidin, pêncî demsalên giyaşîrînan bi neçareseriyên baqilan borîn, wê hîn çend caran ew giyaşîrîn bi ser heman pirsgirêkan de kulîlkên xwe yên zer vekin?
Baqilekî/a ku bersiva vê dizane heye?
Ez ji baqilan eciz bûm heval, ji min re dînek divê.
Dînekî/a ku dê ji giyaşîrînan hez bike, çarçoveyan bişkîne û pirsgirêkan çareser bike nîn e ma?
Guh nedinê, qet nekevin nav zehmetiyan û li bersivê negerin, binêrin giyaşîrînan kulîlk vedane…
Dev jê berdin, bila dem ji emrê we bixwe û biherike û biçe.
Hûn di nav çarçoveyan de bi dubarekirina heman jiberan, di bin pirsgirêkan de bi awayekî “baqilane” bitengijin.
Ji Tarafê hatiye girtin
Wergera ji tirkî: Sabrî Oymak
Siyabend_2004@hotmail.com