GELAWÊJ EWRÎN
Mudaxeleya di jiyana mirovan de îro li tevahiya cîhanê wekî nexweşiya herî esasî ya desthilatdaran e. Wateya jiyanê di bi navê ol û şerîetê de di çarçoveyek teng a hişmendiya xwe ya cinsiyetparêz de xilas dikin. Cihana modernîteya harbûyî îro bi gelek şêwazan xwe di hemû rehên jiyana mirovan de berdide û hewl dide şêwazê jiyana ku bixwe diyar dikin, li ser civakan ferz bikin. Li beramber wê rejîmên paşverû yên bi taybet xwe di kirasê dîn de vedişêrin, bi behaneya pêşî lêgirtina êrîşên modernîteyê, heman şêwazê li ser civakê bi taybet jinan ferz dikin. Ya rastîn tu ferqek di navbera wan de tuneye, di encamê de her du pergal jî dixwazin civakê wekî ku bixwe difikirin, bikin û şekil bidin wan.
Li Îranê saziya Wilayetê Feqîh heye, kesê bi navê Alî Xamineyî ku xwe wekî siya Xwedê li ser erdê dide naskirin, bi vê sifatê tê naskirin. Navenda Feqîhên Qumê heye ku ne tenê siyaseta rojane ya di Îranê de bi rê ve dibin, her wiha mudaxeleyî jiyana xelkê dikin û biryarên dixwazin di derbarê jiyana mirovan de digrin. Dibe bi awayekî şematîk hilbijartin, parlamento û tiştên bi vî rengî hebin lê belê ya esasî dîsa ew saziya Wilayetê Feqîh e. Herî zêde jî ev sazî mudaxeleyî jiyana jinan dike û bi nêzîkatiyên cinsiyetparêz hewl dide wan di hemû qadên jiyanê de ji holê rake. Qedexekirina çûyîna jinan ji bo Stadyûmên Werzîşê, qedexekirina gelek konseran ji ber jin tê de cihê xwe digrin yan jî qedexekirina siwarbûna bisiklêtan di van demên dawî de rojeva herî sereke ya saziya Wilayetê Feqîh e. Bi erêkirina qanûnên wekî kêmkirina rêjeya karkirina jinan hewl didin jinan hîn zêdetir di çarçoveya teng a malê de heps bikin û tenê bikin makîneya zarokanînê ji bo pergala ku xeyalên artêşa çend mîlyonî ya Besîcan dike. Ji bo bigihîje van xeyalên xwe herî zêde jî jinan dikine qurbanî. Ev hukum û emrên wan e bêguman. Lê jinên Îranê li beramber van mijarên me li jor behsa wan kir û gelek qedexeyên din rojane di navan têkoşîna hebûn û xwebûnê de ne.
Du sal berî niha bi pêşengiya jinên kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên Sêşema Bê Maşîn bi armanca paqijhiştina jîngehê çalakiyên berfireh hatin lidar xistin. Her rojên sêşemê xelk li wesayîtên xwe siwar nebûn û li du çerxan siwar bûn û êdî ev çalakî belav bû. Li Kurdistanê dest pê kir û li gelek bajarên Îranê pêş ket. Dema ev şêwazê çalakiyê girseyî bû, êdî rejîmê ev yek ji bo xwe wekî xetere dît û hema şexsê Xamineyî bixwe ku xwe wekî siya Xwedê li ser erdê dibîne, hema mudaxeleyî rewşê kir. Fetwa da ku ajotina duçerxeyan ji bo jinan qedexe ye. Lê jinan guhdar nekirin û êdî piştî îlankirina vê fetwayê meyla jinan ji bo siwarbûna duçerxeyan zêdetir bû. Dîsa çend roj berî niha çend fetwayên Xamineyî yên ku heftane ji raya giştî re eşkere dike, min di çapemeniya wan de dît. Di wir de jî Rêberê Îranê dubare dike ku bi tu awayî nabe jin di cihên giştî de ku li pêş çavê kesên ne mehrem in! Duçerxeyê bajon. Di heman fetwayê de balkêş e ku pirsek wiha ji Xamineyî tê kirin; Gelo sîxekirin ango zewaca demkî li ser medyaya civakî, bi rêka înternet û telefonê rewa ye yan na? Ev rêberê ku qaşo bi cihana îslamê re mijûl dibe, bîsikilêtê qedexe dike. Lê ji bo sîxeyê dibêje; Bi rêka telefon û înternetê xwendina mehra zewacê tu eyba wê nîn e û dikare çêbe. Û tişta herî sosret dîsa ev mijar e - çawa hatiye pirskirin û bersiva wê hatiye dayîn, ez bi heman şêwazê ji we re dibêjim- Pirsek din tê kirin ji Xamineyî. Gelo pêwîst dike mirov kesa li xwe sîxe bike ji nêz ve nas bike? Ew jî wiha bersiv dide; Na pêwîst nake, tenê tu bizanî jin an mêr e, bes e!! Ev jî bersiva Rêberê Îranê ji bo mijara sîxeyê ye. Fesadiya di nava civakê de bi awayekî gelekî eşkere rewa dike. Lê belê ji aktîvîteyên werzişî, hunerî û çandî re jî qedexeyê datîne. Hema ji van tiştan tenê mirov niyeta esasî ya rejîmên dijminê jin û civakê baştir fam dike. Ya din jî bila ji şîroveya we re bimîne xwendevanên hêja!
07.12.2017, Yenî Ozgur Polîtîka


