Xelata Arjen Arî ya Helbestê didin Yehya Omerî
Diyarname
Encama Pêþbaziya Helbestê ya Arjen Arî ku ev du sal in ji bo bîranîna wî tê li dar xistin hat eþkere kirin. Îsal xelat didin Yehya Omerî (Yahya Yavuz). Pirtûka Yavuz dê ji aliyê Weþanên Evrenselê ve bê weþandin.
Malbata Arjen Arî, Weþanên Evrensel, Lîs Ronahî û Komeleya Nivîskarên Kurd bi hev re ev du sal in Pêþbaziya Helbestê ya Arjen Arî li dar dixe. Ji bo eþkerekirina encama pêþbaziyê li Egîtîm-Senê civîna çapemeniyê hate li dar xistin. Nûnerê Weþanên Evrenselê Yusuf Karataþ û endamê juriyê Lal Laleþ bi kurtî û tirkî daxuyanî xwendin.
Yahya Yavuz ku dosyaya wî hatiye xelatkirin dê ji aliyê Weþanên Evrenselê ve bê weþandin, her wiha roja 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de bi merasimekê dê Omerî bê xelatkirin.
Îsal lijneya hilbijêr a pêþbaziyê ji Berken Bereh, Lal Laleþ, Ferhat Pîrbal, Beyar Bavî, Necla Arî pêkdihat.
Her wiha Xelata Rûmetê jî ji ber keda wî ya wêjeya kurdî dan Osman Kavala.