Samî Tan
Heke mirov xebatên wêjeya klasîk û berhemên mîna pirtûka Elî Tememaxî ya bi navê “Serfa Kurmancî (1591-1592)” û Nûbara Biçûkan a Ehmedê Xanî dayne aliyekî, berhemên der barê zimanê kurdî de serê pêşîn ji hêla kesên ne kurd ve hatine nivîsandin. Yekemîn pirtûka rêziman ji hêla Garzonî ve di sala 1787’an de hatiye nivîsandin. Piştî ku gelek geştiyar, mîsyoner û peywirdarên welatê ewropî hatine Kurdistanê, der barê kurd, kurdî û Kurdistanê de pirtûk nivîsandine. Di vê hefteyê me divê em li ser pirtûkekê ji wan gotarekê binivîsin. Ev pirtûk jî ya mîsyonerê amerîkî L.O. Fossum e û navê wê jî “A Practical Kurdish Grammar” e.
Ev pirtûk di sala 1919’an de hatiye nivîsandin. Pêşgotina pirtûkê di sala 1916’an de li Saucbulak anku li Mehabadê hatiye nivîsandin. Di vê pirtûka rêzimana kurdî de pêşî der barê kurdan û zimanê kurdî de agahî hatine dayîn. Li gorî agahiyên di pirtûkê de hinekan kurd bi keldanî û aşûriyan ve girêdane, hinekan jî raya kurdan gihandiye med û persan. Lê nivîskarî gotiye, “Îro tiştê zelal ev e ku neteweya kurd şexsiyetên mîna Selehedîn, Nadir Şah, Kerîm Xan (1779) û gelek şexsiyetên din ên mezin gihandine.”
Her wiha nivîskarê pirtûkê Fossum cihên ku mirov lê bi zimanê kurdî dipeyîvin wiha rêz kirine: Erzirom, Bedlîs, Amed, Elezîz, Wan, Mûsil, Azerbeycan, Erdelan, Xorasan. Di berdewamiya pêşeka pirtûka xwe de nivîskar, li gorî agahiyên wê demê û xebatên ku li ser zimanê kurdî hatine kirin, der barê binyada zimanê kurdî û zaravayên wî de agahiyan dide. Li gorî Fossum zimanê kurdî dabeş dibe ser sê koman; komên bakur, naverast û başûrê Kurdistanê. Li gorî wî li bakurê Kurdistanê zazakî, li naverasta Kurdistanê koma kurmancî (kurmanciya jêr û kurmanciya jor), li başûrê Kurdistanê jî koma lûr û kelhûr hene. Di nirxandinên Fossum ên der barê kurdî de xala balkêş rexneya wî ya li ser wan kesan e ku kurdî bi farisî ve girêdidin, li gorî Fossum ew kes bi berçavka farisî li kurdî dinêrin, lewma jî aliyên kurdî yên resen nabînin.
Piştre jî di astên cur bi cur ên mîna denganî, peyvsazî û hevoksaziyê de rêzimana kurdî ya zaravayê kurmanciya navîn pêşkêşî me dike. Kurdiya ku berhema wî li serê hatiye nivîsandin a deverên Mehabad û Silêmaniyê ye. Di vê xebatê de navên mehan bi vî rengî hatine pêşkêşkirin: adar, nîsan, gulan, xezîran, temîz, tebax, îlûn, teşrîna pêşî, teşrîna paşî, kanûna pêşî, kanûna paşî, şûbat…
Ev yek jî nîşan dide ku kurdan ji mêj ve ev navên mêhan bi kar anîne.
Ji bilî navê mehan di dawiya pirtûkê de hinek nimûne ji biwêj, gotinên pêşiyan û çîrokên gelêrî jî hene. Ew nimûne bi tîpên erebî ne, em ê ji wan bi tenê çend gotinên pêşiyan pêşkêş bikin.
Gotinên pêşiyan:
- Mar marî naxwe: seg segî nabirê. (Mar maran naxwin, seg segan nadirînin.)
- Ewî ke zidî bay tifî bika: de rûy xoy da tifî deka. (Kesê ku tivî bayî bikin, tifî rûyê xwe dike.)
- Cêy êşanî didan: ziman dangwê (Ziman diçe ser diranê ku diêşe..)
- Berdêkî piçûk serî diqelêşê (kevirê biçûk sêrî diqelêşe.)
- Hezar dost bibê kêm e: yek dişmin bibê zor e. (Hezar dost kêm in, dijminek zêde ye.)
- Karwan derwa: seg dewere (karwan dibore, seg direye)
- Sîrkî belaş le hingewîn şîrîntir e. (Sîrkeya belaş ji hingiv şîrîntir e.)
- Kere memire: bihar dê: kurtanit bo le şarî dê. (Kerê memire, bihar tê, kurtana te ji bajêr tê.)
- Le cê fikirî nakî rêwî weder dekewê. (Ji cihê ku tu ne li bendêyî rovî derkeve.)
- Kwêre çit dewê? Du çawî sax. (Kerê çi dixwazî? Du çavên sax.”
- Her kesî lakî le berî dirêj bika: lakî debirinewe.
- Her kesêkî derkî xelkî biteqênê: xelkî derkî wî diteqênê. (Her kesê li deriyê xelkê bide, xelk jî dê li deriyê wî/wê bide.)
- Ewî ke gulî dwê: debê diruyiş biwê. (Ewê gulê dixwaze, divê strî jî bixwaze.)
- Le du şêtan eqilêkî peyda bike. (Ji du dînan aqilekî bigire.)
- Ewê ke le gurgî ditirsê: coy naçînê. (Ewê ku ji gur bitirse, ceh naçîne.)
- Geskî kon dawêne ser banî. (Gezika kevn davêjin ser banî.)
Nîşe: Berfirehiya vê gotarê di hejmara 22’yan a Kovara Zendê de hatiye belavkirin:
02.04.2015, Azadiya Welat