Diyarname
Malbata Kardashian ji bo jiyana wan di reality show de bê nîşandayîn ligel kanala E! ya DYA'yê peymanek bi 150 mîlyon dolarî îmze kir.
Bernameya “Keeping Up With The Kardashians" ji sala 2007'an ve didome û bi vê bernameyê ev malbat gelek navdar bû. Niha biryar hat dayîn ku pênc serdemên din jî bername bidome. Di bernameyê de dê jiyana rojane ya Kris Jenner, Kim Kardashian, Kylie Jenner, Khloe Kardashian û Kourtney Kardashian bigirin dest. Malbata navdar a Hollywoodê ji bo vê yekê dê ji kanalê 150 mîlyon dolar pere bigire. Ev yek bû peymana herî buha ya di dîroka reality show de.