Diyarname
Di dema ku Åžanoyên Dewletê, Åžanoyên Bajaran û Åžanoyên Taybet ji bo serdema nû ya ÅŸanoyê perdeyên xwe vedikin de em pirtûka “Dayika Wêrîn û Zarokên Wê” dikin pirtûka hefteyê û pêÅŸniyara we dikin.
Pirtûka “Dayika Wêrîn û Zarokên Wê” lîstika navdar a Bertolt Brecht e. Pirtûk ji aliyê WeÅŸanên Bgst’ê bi kurmancî hatiye weÅŸandin. Pirtûk ji aliyê Erfan Can, Hekim Kiliç û Ergîn Opengîn ve ji bo kurdî hatiye wergerandin û AyÅŸan Sonmez û Hekîm Kiliç jî ew ji bo weÅŸanê amade kiriye.
Hin agahî li ser Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê
“Dayika Wêrîn û Zarokên Wê” di dîroka ÅŸanoyê de yek ji lîstîkên herî baÅŸ e ku li dijî ÅŸer e. Brecht û hevalên wî di 1939’an de ji dagiriya Naziyan direvin û derbasî Swêdê dibin. PiÅŸtî vê bi 5 mehan Almanya Polonyayê dagir dike. Û Brecht bi hêrsa li hemberî vê dagirkirinê Dayika Wêrîn û Zarokên Wê dinivîse. Ev lîstika ku babeta wê têsîra wêranker a ÅŸerên Ewropayê ye, xefleta çîna navîn ku dixwaze ji ÅŸer fêde bigire rexne dike. Ev lîstik li Almanayayê encax di sala 1949’an de wekî lîstika ewil a Berliner Ensembleyê tê pêÅŸkêÅŸkirin.
Bertolt Brecht kî ye?
Bertol Brecht di sala 1898’an de Augsburgê hatiye dinê û di sala 1956’an de li Berlînê jiyana xwe ji dest daye. Ew helbestvan, nivîskarê lîstik û derhênerê teatroyê yê alman e.
Helbestên wî yê ewil di 1913’yan de di rojnameya dibistanê de têne weÅŸandin û piÅŸtî salekê jî di rojnameyên mehelî de nivîsên wî derdikevin. Demekê dest bi perwerdehiya tenduristiyê dike. Di Åžerê Cîhanê yê Yekemîn de wî digirin leÅŸkeriyê û di nexweÅŸxaneyê de dest bi wezîfeyê dike. Perwerdehiya tenduristiyê di nîvî de dihêle û di 1924’an de diçe Berlînê. Îmkanê dibîne ku bi hunermendên nav û deng ên wê demê, wekî Carl Zuckmayer, Maks Reinhart ve Helena Weigel re biÅŸuxile.
Di 1926’an de bi diyalektîk materyalîzmê eleqedar dibe, li zanîngehê têkîldarî dersen li ser vê mijarê dibe; xebatên lêkolînê li ser fonksiyona teatroyê bo guherîna dinyê û avakirina sîstemeke adil dike. PiÅŸtî bi derhênerê teatroyê Erwin Piscator û awazsaz Kurt Weill re dinasin, ceribandinên ewil ên feraseta epîk teatroyê pêk tîne. PiÅŸtî li Almanyayê Nazî tên rêveberiyê, di sala 1933’yan de Almanyayê terk dike. Ewil diçe Swîsreyê paÅŸê diçe Danîmarkayê. Lîstikên xwe yên bi nav û deng di van salên sirgûnê dinivîse. Di 1939’an de, ji ber ku Danîmarka dikeve bin tehtîda Almanyayê, ewil diçe Fînlandiya paÅŸê jî di sala 1941’ê de diçe DYA’yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê). Hin lîstikên wî wergerî îngilîzî dibin û li Amerîkayê têne lîstin.
Brecht di sala 1947’an de li DYA’yê, di bergeha nêçîra komunîstan a rejîma McCarthy, ji aliyê “Komîsyona Lêpirsîna Çalakiyên Dijî Amerîkayê” îfadeya wî tê girtin. PiÅŸtî vê bûyerê Amerîkayê terk dike. Bi banga rêveberên Komara Demokratîk a Almanyayê, diçe Berlîna Rojhilat bi cih dibe û di sala 1948’an de bi Helena Weigel re koma teatroyê ya bi navê Berliner Ensemble ava dike. Di bihara 1956’an de nexweÅŸ dikeve û piÅŸtî demeke kurt li Berlînê jiyana xwe ji dest dide.
Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê / Lîstik Û Notên Dramatûrjiyê / Bertolt Brecht / Werger: Erfan Can, Hekim Kiliç û Ergîn Opengîn / Amadekarên ji bo çapê: AyÅŸan Sönmez, Hekîm Kılıç / WeÅŸanên Bgst / 224 Rûpel