Nûçe-Analîz/Diyarname
Dadgehê bi carekê de ji bo îfadeyê bangî 22 rojnamegerên kurd kir. Heta niha tiştek wisa nehatibû dîtin.
Di salên 90'î de kurdan dest bi derxistina rojnameyên rojane kir. Heta niha rojnameyên wan hatin girtin, rastî sansurê hatin, bi awayê sansurkirî weşan kirin, berpirsên karên nivîsaran hatin girtin, xwediyên rojnameyan hatin cezakirin lê heta niha tu carî dozgeriyê bi carekê de ji bo îfadeyê gazî gerînendeyên weşanê, edîtor, qunciknivîskar, xebatkar û nivîskarên blokan nekir. Ev yek car çê dibe û di sala 2015'an de çê dibe.
Ofîsa Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo îfadeyê gazî 19 kesên ji rojnameya Ozgur Gundemê kir ku di nav gerînendeyên weşanê, nivîskar, xebatkarên wê hene.
Xalek balkêş jî ew e ku di meha rezberê de lêpirsîn hatiye dest pê kirin lê piştî hilbijartinê, roja 2'yê mehê gazî wan hate kirin.
Ji rojnameya Ozgur Gundemê kesên ku gazî wan hatibû kirin ev in: Suat Bozkuş, Baki Gul, Hayri Demir, Şenel Karataş, Eyyup Guven, Hasan Kiyafet, Kemal Bulbul, Huseyin Aykol, Eren Keskin, Hasan Ali Kiziltoprak, Arif Altan, Ersin Çaksu, Reyhan Çapan, Zana Farqînî, Dogan Durgun, Metin Yegin, Mehmet Guç, Ayşe Batumlu, Omer Agin. Ji bilî van ji DÎHA û Kovara Demokratîk Ulus jî gazî 7 kesan hatibû kirin.
Ji bo îfadedayînê gerînendeyên weşanê yên rojnameyê Huseyin Aykol û Eren Keskin jî di nav de 9 xebatkarên rojnameyê îro çûn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. Aykol piştî îfadedayînê axivî û got: "Di 26 salan de em mecbûr man ji 50'î zêdetir rojnameyan derxin, ji nû ve saz bikin. Ev 40 sal in ez vî karî dikim. Min got ku tiştê em dikin rojnamegerî ye."
Parêzer Eren Keskin jî wisa got: "Gazî kirina îfadeyê nîşanî me dide ku ji salên 90'î heta niha tu tiştekî neguherîye."
Piştî îfadeyê roz bê vekirin jî neyê vekirin jî ev gavek nû ye ji bo azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê. Wisa diyar e ku bi gavên wisa zêdetir dixwazin endamên çapemeniya kurd û muxalîf zêdetir bigirin bin çav, wan çavtirsandî bikin û berê ve bi tenê bihêlin.