Diyarname
Li bajarê Lahor ê Pakistanê karîkaturîsta 20 salî Unaiza Ali Barlas li ser kaxizek dirêj karîkatur çêkirin. Ev banda ku li ser karîkatur çêkirin dirêjahiya wê gihîşt 267,38 metreyî û bi vê yekê rekor şikand, ket nav Pirtûka Rekoran Guinnessê.
Wê îsal ev xebata xwe temam kir û ji aliyê çar çavdêrên Guinnesê ve hat pîvan. Barlas gotiye ku her eleqeya wê ji bo karîkaturan hebûye lê di 70'emîn salvegera rizgariya welat de xwestiye tiştek taybet çêbike û wisa dom kiriye: "Dema min li Pirtûka Rekoran Guinnesê mêze dikir min rekorek ku min jî eleqedar dike dît. Hemwelatiyek hindistanê ev rekor şikandibû û min ev yek wekî qubxwestinek dît. Nêzî salek ez li ser xebitîm, ji bo bigihîje vê dirêjiyê min kaxiz jêkirin û bi hev ve zeliqandin."
Barlas navê "Derketin" li xebata xwe kiriye û wekî mijara bingehîn jî "nebe ezperest" diyar kiriye. Ew dibêje, "Min xwest bi vê peyamek jî bidim ciwanan."
Di "Derketin"ê de karakterekî bi navê Jack hewl dide ji nav kaxizan derkeve û xwe bigihîne dinyaya rastîn. Pakistan di 14'ê gelawêja 1947'an de ji Qraliyeta Yekbûyî veqetiya û serxwebûna xwe ragihand. Ji DHA'yê hatiye girtin


