Diyarname
Şampiyoniya Dinyayê ya Formula 1, beşa wê ya 17'emîn Grand Priks* a Japonyayê ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) hat betalkirin. Pêşbazî gere îsal di navbera 8-10'ê kewçêrê de li dar biketa lê hat betalkirin.
Pêşbaziya erebeyan dê li Pîsta Suzuka li dar biketa lê rêveberiya F1'ê hem betalkirina vê beşê eşkere kir û hem jî ragihand ku dê rewşa bernameyê binêrin ji bo cihek din li dar bixin.
TIRKIYE JÎ BETAL BÛBÎ
F1 Grand Priks a Tirkiye jî îsal gere meha 6'an li dar biketa lê ji ber pandemiyê hatibû betalkirin.
*Orjînala peyvê "Prix"
**
Nûçeya Eleqedar:


