Diyarname
Di çarçoveya 62'yemîn Festîvala Porteqala Zêrîn a Antalyayê de beşa "Gezen Sînema" (Sinemaya Gerok) fîlman wê bibe ber lingên temaşevanan. Fîlmên vê beşê bê pere dê bêne nîşandayîn.
Di vê beşê de fîlmên tirkî yên bi navê "Mukadderat" (Derhêner Nadim Guç), "Tur Rehberi" (derhêner Hakan Algul) û "Kardeş Takimi 2" (Derhêner Bedran Guzel) di navbera 16 û 23'yê mehê de wê li navçeyên Antalyayê bêne nîşandayîn
Ji van "Mukadderat" par di Festîvala Porteqala Zêrîn de 3 xelat girtibû.
Ev her 3 fîlm li 16 navçeyên Antalyayê yên wekî Akseki, Alanya, Aksu, Demre, Doşemealti, Elmali, Finike, Gazipaşa, Kaş, Kepez, Kemer, Korkuteli, Kumluca, Konyaalti, Manavgat û Serik” bê pere bêne nîşandayîn.
***
Nûçeya Eleqedar:


