Diyarname
Bankeya Navendî ya Sûriyeyê pereyên 2000 lîre ku fotoyên Serokê Sûriyê Beşar Ezad li ser in çap kir.
Li Sûriyeyê niha ev pereyê herî mezin e. Heta niha pereyên hesinîn yên wekî 1,2,5,10 û 25 lîre hebûn; pereyên kaxizîn jî wekî 50,100,200,500 û 1000 lîre hebûn. Niha pereyên 2000 lîreyî hatin derxistin.
Li welatekî çiqas pereyên mezin bêne çêkirin diyar dibe ku ew qas qîmeta pereyên wan kêm e. Ev 2000 lîrayê Sûriyê ku niha hatiye çapkirin beramberî 9.33 dolarê Amerîka ye.


